​​​​​​​Mihemed Tofîq Elawî ji bo avakirina hikûmetê hat erkdarkirin

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ji bo pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê, endezyar Mihemed Tofîq Elawî destnîşan kir.

​​​​​​​Mihemed Tofîq Elawî ji bo avakirina hikûmetê hat erkdarkirin
1 sibat, 2020   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Sumernewsê li ser zimanê endamê parlamantoyê Mihemed  El-Xalidî, serokkomarê Iraqê Berhem Salih, endezyar Mihemed Tofîq Elawî weke kandîd ji bo serokwezirtiya Iraqê destnîşan kir.

Mihemed Tofîq Elawî, diyar kir ku ew e bi gendeliyê re rûbirê were  û her wiha daxwaza piştgiriya bi xwepêşanderan re kir.

Mihemed Tofîq Elawî kî ye?

Mihemed Tofîq Elawî sala 1954’an li herêma Kereda ya Bexdayê hatiye dinyayê, sala 1977’an çû Lubnanê.

Elawî yê li Beyrûtê li Zanîngeha Amerîkan Beşa Mîmartiyê xwend, piştî mezîn bû, li Îngîltere û Lubnanê ma.

Elawî yê endamê Komîsyona Ekonomî û Civakê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir, di heman demê wezîfeya Şêwirmendiya Alîkariya Mirovî ya Mafên Mirovan a NY’ê jî bi rê ve bir.

Elawî yê bû endamê Partiya Dawa ya Îslamî , bi Ayad Elawî re sala 2005’an Lîsteya Lîberal a Iraqiyan ava kir.

Elawî ku sala 2006’an bû parlamenter, di salên 2006-2007’an de di kabîneya Malîkî de bû Wezîrê Gihandinê.

Mihemed Tofîq Elawî yê sala 2010’an jî bû Wezîrê Gihandinê, sala 2012’an ji ber pirsgirêkên bi Nûrî Malikî re jiya, dest ji wezîfeya xwe berda.