1.Komxebata Olî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû

Komxebata Olî ya Yekemîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi encamnameyê bi dawî bû.

1.Komxebata Olî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
1.Komxebata Olî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
1.Komxebata Olî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
1.Komxebata Olî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
1.Komxebata Olî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
1.Komxebata Olî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
1 sibat, 2020   16:20
REQA

Komxebat ji aliyê Saziya Karûbarên Olî ya bajarê Reqayê ve bi dirûşmeya "Peyama Îslamaê ya pîroz" hate birêvebirin. 140 oldar ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serokên saziyên olî, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, nûnerên MSD, şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat li navenda çandê ya Reqayê hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir.

Şêx Enes Hemed axivî komxebata yekemîn li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: "Em hewl didin bi rêya vê komxebatê fikirê durust belav bikin ku civaka di serdema tarî ya dagirkirina DAIŞ‘ê de derbas bûn zane bikin."

Şêx Enes got: "Li vir li bajarê Reqaya pîroz a ku DAIŞ‘ê dagirkirbû em kom bûne da ku nexşeya herêmên xwe deynin ji bo ku ewle û aştî lê pêk were."

Serokê Saziya Karûbarên Olî Elî El-Nayîf bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê anî ziman ku "Divê em li kêleka hêzên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk bisekinin a ku şerê terorê û fikirê DAIŞ‘ê yê ku islama tundraw temsîl dike, kir. Ev komxebat delîlê hevgirtin û hezkirina pêkhateyên herêmê ye ji Kurd, Ereb û Suyran e."

Komxebat bi pirsên beşdaran û bersivandina dîwanê û nîqaşan bi dawî bû. Di nîqaşan de girîngiya belavkirina zanista olî di nava civakê de, rêya xilasbûna hin beşên ciwanan ji tundrawiyê û kombûna li derdora QSD‘ê hate destnîşankirin.

Komxebat bi xwedina biryaran ji aliyê serokê Desteya Karûbarên Olî yê Reqayê Elî El-Nafai ve bi dawî bû.

Biryar ev in:

1-Teqezî li ser yekitiya civaka Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê.

2-Rêz ji kesayetên olî yên pêkhateyên Sûriyê were girtin.

3-Parastina sembol û rêgezên olî yên pêkhateyên civaka Sûriyê.

4-Teqezî li ser yekitiya çarenûsî ya pêkhateyên civaka Sûriyê.

5-Belavkirina giyanê hezkirin, biratiya gelan û wekheviya di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyê de.

6-Rakirina giyanê cûdekarî û tundrawiyê.

7-Lidarxistina hevdîtin, semîner û komxebatan ji bo ku pêkhateyên civakê ji hev nêz bikin.

8-Kombûna bi yekrêzê li derdora QSD‘ê ya ku terorê li vî bajarê têk bir.

9-Nederxistina cûdahiyê di navbera ol û tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê.

10-Divê tevahî ol û pêkhateyên civaka Sûriyê di yekrêzî de li hemberî hemû êrîşên ku tevna civaka Sûriyê dike hedef û tevliheviyê derdixîne, bisekine.

11-Piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

ANHA