Mîtan, azarê zarokeke Sûrî vegot

Bûyerên trajîdîk ên ku gelê Sûriyê di dirêjaiya aloziyê de jiyan e li ser dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc a kantona Şehbayê hate vegotin.

Mîtan, azarê zarokeke Sûrî vegot
Mîtan, azarê zarokeke Sûrî vegot
Mîtan, azarê zarokeke Sûrî vegot
Mîtan, azarê zarokeke Sûrî vegot
1 sibat, 2020   17:18
ŞEHBA

Mîhrîcana Mîtan a 4‘emîn di roja xwe ya 7‘emîn de li ser dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê didome.

Di çalakiya roja 7‘an de şanoy "Nesrîn" hate pêşandan. Şanoya "Nesrîn" ji aliyê Ehmed Îsmaîl ve hatiye nivîsandin û derhêner Mihyedîn Arslan e.

Mîhrîcanê bi pêşendana berhema pêlîstokan destpê kir. Pêkîstok serpêhateya malbateke koçber vedibêje. Sermiyanê malê an ku bav erkê xwe li beramberî malbata xwe bi cih nayîne, gelek caran derheqê malbatê de şaştiyan dike û rexnedayên xwe dide, her car şaştiyên wî dûbare dibe. Li vir dayikê mûdaxele dike û jê re dibêje: "Xwe rexnekirin ne tenê bi gotinê ye, dema ku xwe rexne dike, divê ku şaştî dîsa dûbare neke."

Piştre perdeya şano hate rakirin û şanoya "Nesrîn" destpê dike. Şano serpêhatiya zarokeke efrînî koçberî li bajarekî Sûriyê bûye vedibêje. Nêzîkatiyên mamosteyên wê li hemberî wê nebaş in û lê didin. Ev yek rewşa xwendekaran di dibistanên girêdayî rejîma Sûriyê de diyar dike.

Piştî aloziya Sûriyê malbata zaroka koçber vedigere gundê xwe û şoreşa Rojava destpêkê dike, Efrînê dibe herêma herî ewle li Sûriyê. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî kantona Efrînê, dagir dikin û zarok koçberî kampên li Şehbayê dikin. Bav pêşniyar dike ku biçe Tirkiyê da ku bixebite.

Zarok bi bavê xwe re rojane ji 10 heta 12 saetan dixebite da ku debara malbatê bi cih bîne û bi wesandin vedigere malê.

Piştre bav biryar dide ku vegere kantona Efrînê, lê keça wî ya zarok qebûl nake ji ber ku dizane li Efrînê çi binpêkirinên rû didin.

Piştre biryar didin biçin Yewnanistanê, di rêwîstiyê de bav di nava avê de dixeniqe û jiyana xwe jidest dide.

Zarok sêwî dibe û jiyana xwe li xerîbiyê didomîne, bi hêviya ku alozî bi dawî bibe da ku vegere mala xwe.

Sibe dê şanoya "Tu bi xêr hatî cûha" were pêşandan.

ANHA