Bi sedan koçberên Idlibê ji mirinê direvin û berê xwe didin Minbicê

Beşa sêyemîn a koçberên Idlibê ji ber şerê di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker, gihişt herêma Minbicê.

Bi sedan koçberên Idlibê ji mirinê direvin û berê xwe didin Minbicê
1 sibat, 2020   11:47
MINBIC

.Ji saetên sibehê ve,  ji ber reva ji şerê di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker li herêma Idlibê, şêniyên bajarê Idlibê di dergeha Ewn El-Dadat re berê xwe da Minbicê.

Li herêmên Idlibê şerekî dijwar di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de ji ji 2 hefteyan de rû dide û hêzên rejîmê di rojên borî serweriya bajarê Meret El-Nûman ê li ser rêya navneteweyî M5 kir.

Ji aliyê xwe ve jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û her du Meclisên Leşkerî yên Mibic û Idlibê bergiriyên guncaw digirin, da ku çete bi dizî di nav şêniyar re derbasî Minbic û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebin.

Fermandarê Giştî yên QSD’ê Mezlûm Ebdî bi destpêka şerê li Idlibê re ragihandibû ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ye koçberên parêzgeha Idlibê pêşwaz bikin.

(fr)

ANHA