Li herêmên Şehbayê topbaran û gera balafirên keşfê

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Til Rîhal, Xerbeş û girê Radarê topbaran dike, her wiha balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmana herêmê digerin.

Li herêmên Şehbayê topbaran û gera balafirên keşfê
1 sibat, 2020   11:51
ŞEHBA

Nûçegihanên me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Xerbeş, Til Rîhal û girê Radarê topbaran dikin.

Nûçegihanan diyar kir ku di heman demê de jî balafirn keşfê yên dewleta Tirk li asîmana herêmê digerin.

Di şerê îro yê li herêmê de li gorî agahiyên destpêkê, 4 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn, her wiha 7 leşkerên rejîma Sûriyê jî hatin kuştin.

(fr)

ANHA