HRE: Li gundên Qizilbaşa û Duraqliya yên Efrînê 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn

HRE’yê ragihand ku di encama çalakiyên li gundê Qizlibaşa yê navçeya Bilbilê û gundê Duraqliya yê navçeya Şera yên Efrînê de, 3 çeteyên Feyleq El-Şam hatin kuştin û erebeyek hat rûxandin.

HRE: Li gundên Qizilbaşa û Duraqliya yên Efrînê 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn
1 sibat, 2020   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me di 30’yê Çileyê de li gundê Qizlibaşa yên navçeya Bilbilê û gundê Duraqliya yên navçeya Şera yên kantona Efrînê li dijî çeteyên Feyleq Şam çalakî li dar xist. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn û erebeyek wan hat rûxandin.

Di heman rojê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundên Mernaz û Malikiyê yên navçeya Şera bi dijwarî topbaran kirin û balafirên keşfê li ser herêmê digerin."