Oldarên Kobanê : Divê umeta îslamê li dijî dewleta Tirk derkevin

Serokê Meclisa Şêwirmendiya Ewqafan a herêma Firatê Mehmûd Osman û melayê Mizgefta Mekte yê Kobanê Mihyedîn Ehmed bang li umeta îslamê kirin ku li dijî binpêkirinên Tirkiyê derkevin.

Oldarên Kobanê : Divê umeta îslamê li dijî dewleta Tirk derkevin
1 sibat, 2020   09:58
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

 

Dewleta Tirk di bin navê îslamiyetê de projeyên xwe pêk tîne û zanyarên olî ev ê yekê wekî kesybazkirina îslamiyetê dinirxînin.

Di vê mijarê de serokê Meclisa Şêwirmendiya Ewqafan a herêma Firatê mele Mehmûd Osman bang li civaka îslamî û cîhanî kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re bisekinin.

Mehmûd Osman got: “Bêdengiya Meclisa Îslamî beramberî sûcên Tirkiyê ên li dijî gelên Sûriyê û Lîbyayê, tê wateya hevkariya bi dewleta Tirk û çeteyên wê re. Îslam ola hezkirin û biratiyê ye, berevajî îdîayên artêşa Tirk a dagirker û komkujiyên li dijî gelên herêmê, ku bi navê îslamiyetê pêk tîne ye.”

Mele Mehmûd Osman bang li Kongreya Îslamî û Mizgefta Ezher kir ku li dijî qetilkirina gelên Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet bisekinin. Osman bal kişand ser dîroka Kurdan û got: “Kurd xwedan dîrokeke paqij in û di xeta ola îslamiyetê de ne. Ji ber vê yekê lîstokên Tirkiyê dê umeta îslamê nexabîne. Divê Kongreya Îslamî beramberî binpêkirinên dewleta Tirk, bêdeng nemîne an na dê dijbertiya pîvanên îslamiyetê bike.”

Her wiha melayê Mizgefta Mektelê ya bajarê Kobanê Mehyedîn Ehmed axivî û got: “Binpêkirinên li dijî gelên Sûriyê heram e. Komên çeteyên li dijî sivîlan sûcan pêk tînin, mal û milkan wêran dikin û sivîlan direvînin, ev jî dijbertiya rêgezên îslamiyetê ye.”

Li herêmên artêşa Tirk a dagirker dagirkirine, dizî, wêranî û talankirina mal û milkan çêdibe, li gel vê yekê sivîlan direvînin û beramberî serbestberdana wan fidyeyan dixwazin.

(eh)

ANHA