Piştî 5 salan hîn jî şopên hovîtiya DAIŞ’ê li Kobanê zindî ne

Ev 5 sale bajarê Kobanê ji tarîtî û hovîtiya DAIŞ’ê rizgar bûye. Lê heta niha jî xaniyên kavilbûyî di nava bajêr de hene. Ev xanî şopên zindî yên wehşeta çeteyên DAIŞ’ê ne.

Piştî 5 salan hîn jî şopên hovîtiya DAIŞ’ê li Kobanê zindî ne
Piştî 5 salan hîn jî şopên hovîtiya DAIŞ’ê li Kobanê zindî ne
Piştî 5 salan hîn jî şopên hovîtiya DAIŞ’ê li Kobanê zindî ne
30 ÇILE, 2020   09:30
KOBANÊ-DICLE EHMED-ZANA SÎDÎ

Kobanê.. cihê şikandina DAIŞ’ê û hilweşîna xeyalên Tirkiyê. Tam ji beriya 5 salan şervanên YPG û YPJ’ê bajar ji çeteyên DAIŞ’ê ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirtin, rizgar kirin. Lê piştî rizgarkirinê bajar wêran bibû. Cihê berxwedanê, dîsa hat avakirin.

 Rûbera bajarê Kobanê ku 7 km çargoşe ye, ji sedî 70 hate hilweşandin, li naverasta bajêr û bakur ji sedî 30 bi temamî hate hilweşandin û ji sedî 40 rûbera bajêr nîv hilweşiyayî ye.

Piştî bajarê Kobanê ji çeteyan hete rizgarkirin, dest bi avakirina malên hatine hilweşandin kirin û bi dehan mal jî hilweşiyayî man.Beriya şerê li dijî Kobanê serjimariya şêniyên li bajêr di navbera 30-40 hezar kesî bû.

Welatiya bi navê Eyşê Adem ku mala wê li ser pişta Girê Miştenûr e û ji êrişan bê par nemayê, wekî bi sedan welatiyên bajêr cîrên xwe yên ku koçberbûne nabîne.

Dema mirov li kolanên bajarê Kobanê digere mirov rewş û halê malên bi êrişên çeteyan re rû bi rû mane dibine. Xwediyê malan hin ber bi dewletên Ewropayê ve çûn û hin jî ber bi Bakur û Başûrê Kurdistanê ve çûne.

Malên ji guleyên çeteyên filitîne tune ne, hem jî dîrek û têlên kehrebê li erdê ne, di heman demê de alavên malên koçberbûne di doze de mane.

Eyşê got: “Ev şerê dîktatoran e. Aştîxwaz û azadîxwazan koçber dikin. Ji ber vê yekê çeteyên DAIŞ`ê bi deh hezaran sivîl koçberkirin û mal hilweşandin. Îro jî dewleta Tirk heman siyasetê dide meşandin, isbata vê yekê rewşa Girê Spî û Serêkaniyê ye. Di vê derbarê de banga min ji gelê me yên li derveyî welat in ku vegerin welatê xwe û parastina xakê bikin.”

27’ê Çileyê şêniyên herêma bajarê Kobanê salvegera pênçemîn a rizgarkirina bajêra Kobanê ji çeteyan pîroz kirin. YPG û YPJ`ê 134 rojan li dijî çeteyan li ber xwe dan û rizgarkirna Kobanê bû bingeha rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê.

Şahiya îsal bi slogana "Di helwestên xwe de dilsoz bin, Kobanê paytexta berxwedana cîhanê ye û di roja salvegera cîhanî ya xwe de gefên tunekirnê dixwe" bû.

(eh)

ANHA