‘Divê partiyên siyasî pişta xwe bidin gel, ne ku aliyên derve’

Gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaz ji partiyên siyasî dikin ku dev ji berjewendiyên xwe yên berteng berdin û berjewendiya giştî ji xwe re esas bigirin, her wiha pişta xwe bidin gel û nedin aliyên derve.

‘Divê partiyên siyasî pişta xwe bidin gel, ne ku aliyên derve’
30 ÇILE, 2020   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

 

Ji Adara 2011`an û ji destpêka şoreşa gel li Sûriyê ve, Kurd ne dûrî şoreşa Sûriyê bûn, lê parçebûna partiyan û girseyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandoreke neyînî li doza kurdî kir.

Parçebûna partiyan li herêmê, hêzên herêmî û navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar anî, wekî rejîma Sûriyê meşandin, Tirkiyê jî ji destpêka aloziya Sûriyê ve li ser vê yekê lîst û heta niha jî dilîze.

Dewleta Tirk ji bo dagirkirina xwe ji axa Sûriyê re û destwerdana aloziyê rewa bike, pişta xwe dide hin kesayetan, wekî niha li herêmên Kurdan pêk tê, rejîma Sûriyê jî ji hin aliyên Kurdan ne dûrî vê sûdwergirtinê bûn da ku careke din desthilatdariya xwe pêk bîne.

Gelek însyatîfên ji bo yekbûna aliyên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê, dest pê kirin, lê ev xebatên yekitiyê li ser erdê pêk nehatin û encamên diyar ji bo parastina herêmê û destkeftiyên heyî çênebûn.

Însyatîfa herî dawîn a fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ku di Kanûna çûyî de bû, da ku yekitiya kurdî pêk were.

ANHA`yê ji kolanên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerînên gel ragihandin. Şênî diyar dikin ku hevgirtinek di navbera gelê Kurd de heye û her kes li benda yekitiya neteweyî ya Kurdan in. Her wiha şêniyan îşaret bi girîngiya qonaxa heyî ji bo yekkirina xîtaba siyasî ji bo xizmetkirina gelê Kurd kir da ku li pêşiya êrişên li ser herêmê bisekinin.

Şêniyan bal kişand ser girîngiya ku partiyên siyasî dev ji berjewendiyên xwe berdin û berjewendiya gelê Kurd esas bigirin, her wiha dûrî dijminên Kurd bikevin û vegerin welat.

Şêniyan banga darizandina endamên ku hewldana belavkirina fitneyan di navbera aliyan de kirin û rûniştina li ser maseya diyalogê kirin, her wiha ku nehêlin tu aliyên herêmî û navneteweyî destwerdana di rewşa Kurdan de bikin.

(jo)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0jZDpZ9_kUM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>