Xwendekaran 25 hezar daniştok ji bo dibistanên herêma Cizîrê amade kirin

Dibistana amadehiyê ya pîşesaziyê ya bajarê Qamişlo rêgeza pratîkî di perwerdeyên xwe de dide meşandin. Xwendekarên beşa necartî û hesinkariyê 25 hezar daniştok ji dibistan û baxçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re amade kirin.

30 ÇILE, 2020   08:27
QAMIŞLO-ŞÎNDA EKREM

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê di 17`ê Mijdara 2018`an de yekemîn dibistana amadehiyê ya pîşesaziyê li bajarê Qamişlo vekir.

Di nav dibistanê de 7 beş hene; beşa kompîtur û sererastkirine wê. Ev beş ji gelek beşên şaxî pêk tê; autocad û koma bernameyên microsoft office. Beşa elektronîkê; di vê beşê de waneyên girêdayî sererastkirina telefonên berîkan, televîzyon, toreyên pevgihandinê, amûrên elektronîk û amûrên pîvanê têne dayîn.

Beşa pîşeya mekanîka erebeyan; di vê beê de waneyên girêdayî motorên dîzel, benzîn, amûrên veguhastina tevgerê, daretên sarkirin û vêxistinê û tevahiya amûrên girêdayî tevgera erebeyan têne dayîn.

Beşa kehrebeyê; di vê beşê de waneyên girêdayî rêbazên çêkirina motorên elektronîk û toreyên dirêjkirina malan têne dayîn.

Beşa torne û mijarên girêdayî wê; ev beş girêdayî hesin e. Tevî pîşeya hesinkariyê, xwendekar fêrî rêbazên qutkirina hesin li ser amûrên wê yên taybet, qulkirin û dûzkirina wê dibin. Her wiha fêrî necartiyê dibin.

225 xwendekar ji her du zayendan di tevahiya beşên dibistanê de waneyên teorîk û pratîk ji hêla kadroyên pispor ve dibin. Hemû beşên dibistanê bi tevahiya amûr û alavên ji perwerdeyê re pêwîst in hene.

Mistefa Abdullah xwendekarê beşa elektronîkê ye û diyar kir ku ew waneyên teorî û pratîk di beşa ku tê de dixwîne girêdayî sererastkirina kompîturan û telefonên berîkan dibin. Abdullah destnîşan kir ku piraniya waneyên ku dibinin, pratîk in.

Dibistanê rêgeza perwerdeya teorîk, pratîk û sewqkirina berheman û pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di perwerdeyê de esas digire. Di sala nû de xwendekarên beşa hesinkarî û necartiyê tevahiya amûrên dibistan û baxçeyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna daniştok û depan amade dikin.

Xwendekarên vê beşê 15 hezar daniştok ji dibistan û baxçeyên herêmê re di sala nû de amade kirin. Her wiha amadekariyên peydakirina tevahiya pêdiviyên dibistanên Reqa, Dêrazor û Tebqayê dikin.

Rêvebera dibistanê Welaa Fereman destnîşan kir ku ew niha amadekariyên vekirina beşeke nû ya sererastkirina amûrên tenduristiyê û qetermîzên zayînê û amûrên din dikin. Tevî vekirina beşên din li deverên herêma Cizîrê mîna Hesekê, Dêrik, navçeyên Tirbespiyê, Amûde, Şedadê û bajarokê Rimêlan.

Her wiha Welaa Fereman nîqaşên wan bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê re girêdayî vekirina peymangeha pîşesaziyê li Zanîngeha Rojava eşkere kirin, da ku xwendekarên dibistanê xwendina xwe di peymangehê de temam bikin.

(şx)

ANHA