Cotkarên Tilberakê amedekariya danîna şitilgehan dikin

Cotkarên navçeya Tilberak a girêdayî kantona Qamişlo, amadekariyên danîna şitlgehên demsala havînê dikin.

Cotkarên Tilberakê amedekariya danîna şitilgehan dikin
Cotkarên Tilberakê amedekariya danîna şitilgehan dikin
Cotkarên Tilberakê amedekariya danîna şitilgehan dikin
Cotkarên Tilberakê amedekariya danîna şitilgehan dikin
22 ÇILE, 2020   08:54
QAIMŞLO-ŞIHAB EHMED

Hêrêma Cizîrê, da ku xwe bi rê ve bibe projeyên biçûk çêdikin. Ji wan zebzeyên demsala havînê ne.

Di vê çarçoveyê de cotkarên navçeya Tilberak a herêma Cizîrê amadkariyên şitilgehan dikin û tovên zebzeyên havînê danîne.

Ehmed Îbrahîm Cedû cotkarekî navçeya Tilberakê ye û 8 donim erdê xwe ji bo zebzeyên havînê veqetandiye. Ehmed got: “Ez cihê şitilghan cot dikim. Ji gihakên xerab paqij dikim  û paşê bi hingaran dinixumînim. Paşê tovên zebzeyên havînê yên wekî bacan, bacanên reş û îsotan diçînim. Divê destpêka salê were danîn, ji ber li herêmê pişkivandina tovan dem dixwaze.”

Têkildarî xeteriya li ser projeyê Ehmed Cedû wiha anî ziman: “Heta niha qeşa çênebûye, ev jî nîşana ku ew ê pileya germahiyê bilind be û ev jî xeteriyê li ser tovên hatine çandin dike. Par porje bi ser neket, ji ber pileya germahiyê bilind bû û tov şewitîn. Îsal jî qeşa neketiye, pileya germaniyê li herêmê bilind e, bandorê li cotkar û çandiniyê dike.”

Cotkarên herêmê ji keysbazkirina komeleyên çandiniyê, dermanfiroşên tovan û bilindbûna nirxan bêzar in.

Cedû di vê mijarê de wiha got: “Hin komeleyan navên cotkaran tomar kirin û komleyan tov bi 52 dolarî dan dermanfiroşan. Dermanfiroşan jî bi 100 dolarî firotin cotkaran, ev jî dibe lêçûneke din derdixe holê. Di heman demê de komîteyên çandiniyê hewl didin nirxên tovan û dermanên parastina çandiniyê kontrol bikin.”

(eh)

ANHA