Li Iraqê xwepêşandêran gelek rê û pir girtin

Di roja sêyemîn de li Iraqê xwepêşandan gur bûne, her wiha xwepêşandêran gelek rêyên sereke û pirên li naverasta welat û başûrê wê kontrol kirin.

Li Iraqê xwepêşandêran gelek rê û pir girtin
22 ÇILE, 2020   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Torên çapemeniyê yên Iraqê daxuyand ku di roja sêyemîn de xwepêşandêran Rêya Mihemed Qasim El-Serî ya li naverasta paytext Bexdayê kontrol kir.

Li aliyekî dîtir jî xwepêşandêran li başûrê parêzgeha Necefê rêya navneteweyî ya her du parêzgehên Necef û Kerbelayê digihînin hev, girtin. Li parêzgeha Wasit jî (barîqatên axê) komên axê li ser rêya di navbera her du parêzgehên Wasit û Asîmeyê de danîn û her wiha li başûrê Iraqê jî xwepêşandêran rêya di navbera Xor El-Zubêr û Um Quser de girt.

Li parêzgeha Zîqar a başûrê Iraqê jî, xwepêşdêran rêya navneteweyî ya di navbera Bexda û Besrayê de girt.

Gurbûna xwepêşandanan li Iraqê, piştî bidawîbûna dema daxwazên xwepêşandêran ên li partiyên desthilatê yên Iraqê birîne, pêk hat. Her wiha dîsa xwepêşandan di 20’ê vê mehê de li ser daxwaza banga tevgera gelêrî li dar ketin.

Li gorî Komseriya Mafên Mirovan a Iraqê, di du rojên borî de 10 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 130 kesî jî birîndar bûn.

Hê jî aloziya avakirina hikumeta Iraqê ya nû di astengiyekê re derbas dibe û li hemberê jî hêrsa gel a derengxistina hilbijartina kesayetek li gorî daxwazên wan, derdikeve.

(fr)