Mijarên rojnameyên erebî – 22 Çile

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê, her wiha xwepêşandanên Iraqê û Lubnanê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 22 Çile
22 ÇILE, 2020   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: MOSKOV PIŞTGIRIYA OPERASYONA TUNEKIRINA EL-NUSRAYÊ DIKE

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê, bi taybet jî rewşa Idlibê de nivîsîn. Rojnameya El-Bayan wiha nivîsî: “Li gundewarên Idlib û Helebê li erdê bêdengî heye, operasyonên bejahî rawestiyane, lê balafirên Rûsya û Sûriyê êrîşên asmanî dijwar kirin, bi taybet li derdora rêya navdewletî û baregehên çekdaran.

Li gorî şahidan balafirên Rûsyayê û Sûriyê ev hefteyek e êrîşên xwe li ser gundewarên Heleb û Idlibê ranewestandine.

Çarenûsa lihevhatinên herêmî û navdewletî der barê Idlibê de ne diyar in, lê çavkaniyên agahdar diyar kir ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de hevdîtinên der barê çarenûsa vî bajarê de têne kirin, da ku aloziya li wir bi dawî bibe.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku Amerîkayê jî bi her du aliyan re (Rûsya û Tirkiyê) re ketiye nava têkiliyan da ku li wir agirbestek were ragihandin. Lê Rûsya dixwaze operasyona leşkerî ya tunekirina El-Nusra û komên din ên terorîst, dewam bike. Amerîka jî li nîv çareyekê digere, ku agirbesteke dem dirêj were ragihandin ta ku çareseriyeke siyasî çêbe.

Çavkaniyên opozîsyonê dibêjin ku Amerîka naxwaze desthilatdariya Rûsyayê li rojavayê Firatê çê bibe, her wiha dixwaze opozîsyonê bi hêz bike da ku bajar nekeve destên hêzên hikûmetê, her wiha tê gotin ku Amerîka alîkariya çekan daye opozîsyonê da ku hevsengiyeke leşkerî pêk bê.

Çavdêr dibêjin ku eniyeke nû ya nakokiyan di navbera Rûsya û welatên rojava de, li Idlibê vebûye, wezareta parastinê ya Rûsyayê jî behsa çekên ku jêdera wan NATO ye, dike.

Çavkaniyên agahdar yên Idlibê diyar kirin ku moşekên TOW yên li dijî zirxan gihiştine destên opozîsyonê, her wiha diyar kirin ku Amerîka dixwaze operasyona leşkerî ya Rûsyayê rawestîne, lewma dibe ku hin çekên din jî bide opozîsyonê.

ŞERQ EL-AWSAT: DIYAB HIKÛMETA XWE RAGIHAND… ÇALAKVANAN JÎ RÊ GIRTIN

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameyê nivîsî: "Serokê Lubnanê Mîşel Ewn duh êvarê, biryarnameya avakirina hikûmeta serok Hessan Diyab Imze kir, ku ji 20 wezîran pêk tê, 6 ji wan jin in, tenê yek ji wan berê di nava hikûmetê de bûn, ew jî Dîmyanos Qattar e. Meclisa wezîran dê îro danişîna xwe ya yekemîn li dar bixe, paşê dê ji bo bîranînê wêneyek were kişandin.

Tevgera gel, ragihandina hikûmetê bi birîna rêyan pêşwazî kir, lê Diyab soz da ku "Hikûmet dê ji roja yekemîn ve dest bi karan bike", her wiha got: "Em parçeyek ji derdora erebî ne, em ê bi her kesî re hevkariyê bikin." Diyab destnîşan kir ku eger hikûmeta wî beweriyê bigire, ewê destpêkê serdana herêma Erebî, bi taybet dewletên kendavê bike.” Der barê hin aliyên ku hikûmeta nû weke hikûmeta "yek reng" bi nav kirin, Diyab duh êvarî di daxuyaniyekê de got "Ew hikûmeteke biçûk e, hikûmeta burokrat e." Her wiha got: "Ev hikûmet li gorî hêviyên xwepêşandêran e, dê hewl bide ku daxwazên wan pêk bîne, pereyên hatine dizîn vegerîne, bêkariyê çareser bike û zagoneke nû ya hilbijartinan saz bike.”

Berteka xwepêşandêran ya dest pêkê jî ew bû ku li navenda Bêrûtê dîse derketin xwepêşandanê, xwepêşandêr li derûdora avahiya perlemanê kom bûn, û rêyên Bêrûtê, yên bakur û Bekayê birîn, diyar kirin ku ew li dijî ragihandina hikûmetê ne û gotin ew hikûmet bersiva daxwazên wan nade.”

EL-ÎMARAT EL-YAOUM: LI KOLANÊN BEXDAYÊ Û BAJARÊN BAŞÛRÊ IRAQÊ DI NAVBERA XWEPÊŞANDÊR Û POLÎSAN DE PEVÇÛN

Der barê geşedanên Iraqê de rojnameyê wiha nivîsand: "Duh di navbera polîsên Iraqê û xwepêşandêrên li dijî hikûmetê de pevçûn rû dan, polîsan bombeyên gazê û guleyên plastîk bi kar anîn, xwepêşandêran jî bi keviran bersiv dan. Xwepêşandêr doza reforma sistema siyasî dikin. Di vê navberê de 3 moşekên Katyusha li derdora balyozxaneya Amerîkayê ya li herêma kesk a navenda Bexdayê ketin.

Duh li paytexta Iraqê Bexdayê  û bajarên başûrê welêt çalakiya protestoyê dewam kir, li kolana Mihemed Qasim ya rojhilatê Bexdayê, di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlehiyê de pevçûn rû dan, hêzên ewlehiyê bombeyên gazê û guleyên plastîk bi kar anîn.”