Fermandarekî QSD’ê geşedanên li eniyên Eyn Îsayê vegot

Yek ji fermandarên  QSD‘ê Ronî Tolhildan girêdayî rewşa meydanî ya Eyn Îsa û rêya M4 axivî û got: "Dagirkeriya Tirk siyaseta şerê taybet li ser sivîlan dimeşîne. Da ku hejmareke mezin a niştecihên resen koçber bike û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih bike. Êrişên rojane yên li ser gundên navçeya Eyn Îsayê û firîna balafirên bê mirov nîşaneyê vê yekê ne.”

Fermandarekî QSD’ê geşedanên li eniyên Eyn Îsayê vegot
Fermandarekî QSD’ê geşedanên li eniyên Eyn Îsayê vegot
Fermandarekî QSD’ê geşedanên li eniyên Eyn Îsayê vegot
22 ÇILE, 2020   07:54
EYN ÎSA – ŞERVÎN MUSTEFA

Têkildarî rewşa meydanî ya dawî li eniyên Eyn Îsa û rêya M4 ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ronî Tolhildan ji ANHA‘ye re axivî. Ronî Tolhildan di destpêka axaftina xwe de got: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 3 km li milê bakur û 2 km li aliyê rojava dûrî derdora navçeya Eyn Îsayê ye. Di herdu aliyan de rêya lez a Hesek- Helebê di nava çeteyan re derbas dibe.  Çete hewl didin bi temamî rêyê kontrol bikin.”

Tolhildan destnîşan kir dagirkeriya Tirk û çeteyên wê car caran êrişê gundên girêdayî navçeya Eyn Îsayê dikin, ji wan gundan "Erîda, Dibis, depoyên Cehbet, Seyda, Mueleq, Bîr Riznar û Xirbit Beger".

Fermandarê QSD‘ê Ronî Tolhildan got: "Plan û siyasetên dagirkeriyê yên Tirkiyê berdewam min. Dagirkerî hewl dide qadên di bin dagirkeriya xwe de berfireh bike. Ji ber vê yekê siyaseta şerê taybet li dijî sivîlan pêk tîne. Da ku wan ji herêmên dagirkirî û yên din bide koçberkirin û siyaseta guhertina demografiyê serbixe."

Tolhildan îşaret pê kir ku  yek ji hewldan û armancên dagirkiya Tirk rêya navdewletî ye. Tolhildan got: “Hêzên Sûriye Demokratîk bersiva hewldanan dide. Ji bo parastina herêmê û rêya diwelî tedbîrên ewlehiyê digrin.”

Ronî Tolhildan bal kişand ser binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlan û wiha domand: "Dagirkeriya Tirk binpêkirinên ne exlaqî li ser sivîlan pêk tîne. Bi hemû rêbazan fişarê li wan dike da ku wan bitirsîne û bide koçberkirin. Ji bo li şûna wan malbatên çeteyan bi cih bike. Ji ber vê yekê bi domdarî êrişî gundên nêzî eniyên şer dike, car caran balafirên şer û yên keşfê li ser herêmê digerîne. Di demên dawî de êriş kêmtir bûne. Bi taybet li Eyn Îsayê. Ji ber Tirkiye bi destwerdana di Lîbyayê de û şandina çeteyan ji bo wê mijul e.”

Fermandarê QSD‘ê diyar kir ku parçebûneke mezin di nava çeteyan de heye û got: “Hinek ji wan hîs dikin ku dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe berê wan dane mirinê. Di demên dawî de gelek çeteyan xwe radestî QSD’ê kirine.”

Der barê hebûna hêzên rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê li navçeya Eyn Îsayê û mekanîzmeya hevkariya di navbera wan û QSD‘ê de Ronî Tolhildan wiha got: "Di hundirê bajêr de di navbera me û hêzên rejîmê de koordîneyek heye. Nabe rejîm di navenda bajêr de bigere. Lê li derdora navçeyê, rêya diwelî (navdewletî) û gundên li beramberî herêmên dagirkerî. Ne pêkane artêşa Tirk a dagirker û Rûsya li hember hev bisekinin. Lew ra hêzên rejîma Sûriyê bêyî perspektîvên Rûsyayê nikarin bersîva êriş û topbarana artêşa Tirk a dagirker bide. Ji ber wê her carê artêşa Tirk a dagirker êrişî gundên Eyn Îsayê yan jî rêya navneteweyî dike. Hêzên rejîma Sûriyê paşve dikişin da ku bi artêşa Tirk a dagirker re pev nekevin."

Di dawiyê de fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk ê eniyên navçeya Eyn Îsayê Ronî Tolhildan got: "Em dest ji axa xwe ya dagirkirî bernadin. Em  hewl bidin bi tevahiya hêz û vîna xwe wê rizgar bikin. Em ê bibin aliyê destekkerê her lihevkirinekê ku dagirkeriya Tirk ji axa Sûriyê derdixin."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/e5ZfDqc1mn0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>