Parlamentoya Erebî daxwaza rawestandina destwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê kir

Parlamentoya Erebî daxwaz ji rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê rawestînin û diyar kir ku Tirkiye aloziya li Lîbyayê kûrtir dike.

Parlamentoya Erebî daxwaza rawestandina destwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê kir
22 ÇILE, 2020   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Parlamentoya Erebî Dr. Mişel Bin Hehim El-Silmî peyamek ji sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres, serokê Yekitiya Parlamentoyan a Navdewletî Gabriela Cuevas Baron, serokê Parlamentoya Ewropayê David Sassouli, serokê Parlamentoya Afrîkayê Rodger Nkudo Dang û serokê Yekitiya Parlamentoyan a NATO`yê Etila Mistirhazî re şand da ku agahî der barê biryara ku Parlamentoya Erebî de ku civîna wan di 15`ê Çileyê de li Qahîreyê hat lidarxistin, bide wan. Civîn der barê geşedanên li Lîbyayê de li dar ket.

Nameyê biryara parlamentoya Tirkiyê ya der barê şandina hêzên leşkerî ji Lîbyayê re şermezar kir, ji ber ku biryara Tirkiyê binpêkirina qanûnên navneteweyî û biryarên Meclisa Ewlehiyê ya navneteweyî ye.

Parlamentoya Erebî di nameyê de teqez kir ku destwerdana leşkerî ya Tirkiyê rewşa Lîbyayê nakok û kûrtir dike û dema aloziyê dirêj dike, her wiha çareseriya siyasî tevlihev dike û istîqrara li herêmê xirab dike û gefan li ewlehiya dewletên cîranê Lîbyayê dixwe.

Parlamentoya Erebî hemû wêneyên desteka çekdaran û dayîna lojîstîkê şermezar kir, her wiha hêsankirina veguhastina çeteyên Sûriyê û biyaniyan li Lîbyayê şermezar kir  û daxwaza kişandina çekan ji van çekdaran kir. Her wiha daxwaz ji Meclisa Ewlehiyê ya navneteweyî kir ku gavên lez ji bo qedexekirina veguhastina leşkerên biyanî li Lîbyayê biavêje.

Parlamentoya Erebî bang kir ku rêyeke zelal ji bo şopdariyê bê danîn û ceza li dijî aliyên ku desteka aloziya li Lîbyayê dikin, bên ferzkirin. Her wiha desteka xwe ji Parlamentoya Lîbyayê re di biryara xwe ya der barê redkirina destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê de kir û daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku tev bigre da ku vê destwerdanê bide rawestandin.

(jo)