HRE’yê li navenda Efrînê li çeteyan da: 2 kuştî, 4 birîndar

​​​​​​​HRE’yê duh li navenda Efrînê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê pêk anî û 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

HRE’yê li navenda Efrînê li çeteyan da: 2 kuştî, 4 birîndar
HRE’yê li navenda Efrînê li çeteyan da: 2 kuştî, 4 birîndar
21 ÇILE, 2020   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand duh di salvegera duyemîn a destpêkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker çeteyên wê yên li dijî Efrînê de li navenda Efrînê li dijî çeteyên Firqet Hemzat çalakiyeke sabotajê li dar xistine û diyar kir di çalakiyê de 2 çete hatine kuştin û 4  jî birîndar bûne.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Di duyemîn salvegera êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser herêma Efrînê de, hêzên me li navenda Efrînê çalakiyeke bibandor li hember artêşa dagirker li dar xist.

Di roja 20’ê Çileyê de (duh) li navenda bajarê Efrînê ji aliyê hêzên me ve li hemberî navenda çeteyên koma Firqet Hemzet çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên koma navborî hatin kuştin, 4 çete jî brîndar bûn. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên bi ser Efrînê ve bombebaran kirin.”