Ji ber dorpêça rejîma Sûriyê li ser şêniyên Efrînê, rewşa tenduristî xerabtir dibe

Rejîma Sûriyê derfet nade şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne ku bigihîjin Helebê da ku dermanan bigirin û tedawî bibin. Her wiha bijîşkan destnîşan kir ku rewşa mirovî li herêmê ne baş e.

Ji ber dorpêça rejîma Sûriyê li ser şêniyên Efrînê, rewşa tenduristî xerabtir dibe
21 ÇILE, 2020   08:59
ŞEHBA – XANDÎ ELO

Di nava rewşên jiyanê yên zehmet de û sermaya zivistanê de zehmetiyên şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne û bi taybet di aliyê tenduristiyê de zehmettir dibe. Dorpêça rejîma Sûriyê ya li ser şêniyên Efrînê ku di kampan û gelek herêmên Şehbayê de ne, rewşa wan zehmetir dike. Rejîma Sûriyê bendên kontrolê zêde dike da ku derfet nede şêniyan ku bigihîjin bajarê Helebê û werin tedawîkirin, her wiha dermanên ku ji bilî li herêmên di bin serweriya rejîmê de, neyên peydakirin.

Der barê rewşê de ji rêveberên Nexweşxaneya Avrîn Dr. Osman Şêx Îsa îşaret bi rewşên zehmet ên şêniyên Efrînê kir ku neçarî koçberiyê bûne û li kantona Şehbayê dimînin, kir û wiha axivî: "Şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne di rewşên mirovî yên xeternak de dijîn."

Şêx Îsa di berdewama gotina xwe de ev tişt got: "Rewşa psîkolojîk a gelek şêniyan ji ber koçberiyê û dûrketina ji xakê, her wiha koçberkirina bi darê zorê ne baş e. Ev hemû bandoreke neyînî li jiyanê dike." 

Şêx Îsa diyar kir ku ji ber nebaşbûna xwarin, vexwarin û hindek rewşên girêdayî paqijiya giştî û kesayetî hemû dihêlin ku mîkrob belav bibin û mirov nexweş bikevin. Şêx Îsa behsa dorpêçkirina ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve li şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne û li kantona Şehbayê hatine bichkirin, kir û diyar kir ku rejîma Sûriyê bi rêya kiryarên xwe hewl dide destkeftiyên siyasî pêk bîne.

Her wiha Şêx Îsa di axaftina xwe de wiha pê de çû: "Ji aliyekî ve çeteyên artêşa Tirk a dagirker dorpêçê li ser kantona Şehbayê ferz dikin û ji aliyekî din ve jî rejîm. Armanca rejîma Sûriyê ji dorpêçê de ku Rêveberiya Xweser tawîzan bide û ji bo berjewendiyên siyasî bi kar bîne."

Şêx Îsa tekez kir ku rejîma Sûriyê rewşa mirovî ya kantonê paşguh dike û got: "Rejîma Sûriyê nahêle derman, amûr û pêwîstiyên tenduristiyê derbasî kantona Şehbayê bibin. Bendên kontrolê yên rejîmê nahêlin ji bilî yek erebeyê ya girêdayî Nexweşxaneya Avrîn ku nexweşan bibe bajarê Helebê. Ev yek têrê nake. Ji ber hejmara nexweşan pir e. Gelek ji nexweşan pêwîstiya wan bi destwerdan û dermankirina lezgîn heye. Her wiha rewşên awarte, lezgîn û xeter jî hene. Lê ji ber dema erebe li bajarê Helebê be yan jî hîn ne vegeriya be ev yek jiyana nexweş yan jî birîndaran dixe xeteriyê. Gelek ji wan ji ber di dema ku dihat xwest nehatin dermankirin, jiyana xwe ji dest dan."

Li gel Nexweşxaneya Avrîn û Heyva Sor a Kurd alav û amûrên tenduristiyê yên ji bo tedawîkirina nexweşiyên giran tune ne.

Her wiha Şêx Îsa destnîşan kir ku ew hewl didin şêniyan der barê nexweşiyan de hişyar bikin û ev tişt anî ziman: "Bijîşk hewl didin şêniyan der barê nexweşiyan de hişyar bikin û tedbîrên pêwîst ji bo parastina ji nexweşiyan bigirin.”

Li kantona Şehbayê di nava çend salên derbasbûyî de şer derket. Ji ber wê bandoreke mezin li binesaziya herêmê kir û bi taybet çavkaniyên avê û belavbûna nexweşiyan.

Şêx Îsa diyar kir ku wan bang li aliyên pêwendîdar û navdewletî kir da ku alîkariyê bidin û rewşa koçberan baş bibe lê bê encamp bû û wiha domand: "Tevî xwestekên me ji rêxistinên cîhanî û tenduristiyê lê tu alîkarî nehat pêşkêşkirin."

Şêx Îsa got li herêmên Şehbayê derman kêm in û hindek ji wan tune ne, ev yek dibe sedem ku şênî wan bi buhayên bilind ku ne li gorî rewşa wan a jiyanê ne, bikirin û wiha anî ziman: "Nexweşxaneya Avrîn heta jê tê hewl dide alîkariya şêniyan bike. Lê em nikarin hemû dermanên pêwîst peyda bikin. Ji ber wê şênî berê xwe didin nexweşxaneyên taybet li bajarê Helebê û bi buhayên bilind dikirin. Ev yek bandoreke neyînî li rewşa jiyanê ya şêniyan dike û bi taybet ji ber ku bêkarî zêde bûye."

(bx)

ANHA