The Guardian: El-Mewla bû serokê DAIŞ’ê yê nû

Rojnameya The Guardian ragihand ku îstixabaratên dewletên rojava diyar dikin ku Emîr Mûhammed Abdulrahman El-Mewla bûye serokê nû yê DAIŞ’ê.

The Guardian: El-Mewla bû serokê DAIŞ’ê yê nû
21 ÇILE, 2020   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di meha Mijdarê de bi alîkariya QSD’ê serkêşê DAIŞ’ê Ebûbekir El-Bexdadî hatibû kuştin. Tê diyarkirin ku serkêşê nû yê DAIŞ’ê ji aliyê rêxistinên îstîxbaratê yên welatên rojava ve jî hatiye teyîtkirin.

Tê diyarkirin ku Emîr Mûhammed Abdulrahman El-Mewla yê bi navê Abdullah Qardaş jî tê naskirin di qetlîama Êzidiyan de roleke xwe ya sereke hebû.

Di rojnameya The Guardiana Brîtanyayê de hate diyarkirin ku ev kes bûye serkêşê çeteyên DAIŞ’ê. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku der barê vî kesî de zêde agahî tune û nehatiye piştrastkirin ka dijî yan na. Hate diyarkirin ku îstîxbarata du dewletan ku navên wan nehatin dayîn, piştrast kiriye ku ev kes bûye serkêşê DAIŞ’ê yê nû.