Li Sirînê kêmasiya mamosteyan çareser dibe

Rêveberiya Dibistanan a şaxê bajarokê Sirînê yê bajarê Kobanê pirsgirêka kêmbûna kadroyên perwerdeyê çareser dike.

Li Sirînê kêmasiya mamosteyan çareser dibe
Li Sirînê kêmasiya mamosteyan çareser dibe
Li Sirînê kêmasiya mamosteyan çareser dibe
Li Sirînê kêmasiya mamosteyan çareser dibe
Li Sirînê kêmasiya mamosteyan çareser dibe
Li Sirînê kêmasiya mamosteyan çareser dibe
21 ÇILE, 2020   07:39
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Tevî gefên dewleta Tirk û bandora li hemû qadên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa perwerdeyê li van herêman baş derbas dibe.

Li herêmên herî dawî artêşa Tirk dagir kirine, dibistan hatin girtin. Artêşa Tirk xaka Sûriyê parçe dike, demografiyê diguherîne û komên çete jî fînanse  dike.

Beramberî vê yekê li herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê saziyên têkildarî qada perwerde û fêrkirinê xebatê dikin, da ku proseya xwendinê baş derbas bibe, li gorî derfetên xwe kêmasiyan derbas dikin.

Li bajarokê Sirînê 225 dibistan hene, 13 ji wan ji ber kêmasiya mamosteyên Ereb û Kurd girtî ne, her wiha 17 hezar û 965 xwendekar li dibistanan hene û 745 mamoste perwerdeyê didin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya şaxê herêma Firatê peymangaha amadekirina mamosteyan vekir û 2 dewreyên perwerdekirinê ku ji 73 mamosteyên Kurd û Ereb pêk tê, vekirin.

Gerînendeyê Peymangeha Şehîd El-Qezafî Abdulqadir Ketwan Dabo got: “Ji beriya 3 mehan ve me dest bi perwerdeyê kiriye, 48 mamoste di perwerdeyê de ne û heta 2 salan dê berdewam be û ev jî ji bo yên xwedan bawernameyên zanîngehê ne derbasdar e. Mamoste piştî 3 mehan ew ê her di nirxandinan re derbas bibin û bi vî awayî heta bigihîjin asta derçûnê.”

Dabo îşaret bi vekirina dewreya duyemîn a beriya sersalê kir, ku ji 25 mamosteyan pêk tê û dê bigihîjin asta derçûnê.

Di milekî din de rêveberiya dibistanên bajarokê Sirînê mazota qonaxa yekemîn a xwendinê li 212 dibistanan belav kir, her wiha pêwîstiyên xwendinê bi cih kirin. Her wiha rêveberiyê komxebatên sererastkirinê ava kirin da ku derî û pencereyan çêkin.

Di vê derbarê de gerînendeyê Dibistana Sirînê Abdullah Derban axivî û got: “Sal bi sal rewşa dibistanan baştir dibe, ji ber pergala pewerdeyê xwe dispêre nirxandinan û dûrî tundiyê dikeve.”

Qada herî zêde bi ziyanan re rû bi rû ma, perwerde bû, ji ber ku ji ber êrişên artêşa Tirk gelek dibistan bûn cihê vehewandina koçberên ji bakurê Sûriyê.

(eh)

ANHA