Li Tebqayê pirsgirêka avê çereser bû

Bi armaca çareserkirina qutbûna avê, Gerînendeya Avê ya Tebqayê projeyên danîna pompeyan bi dawî kir.

Li Tebqayê pirsgirêka avê çereser bû
Li Tebqayê pirsgirêka avê çereser bû
Li Tebqayê pirsgirêka avê çereser bû
Li Tebqayê pirsgirêka avê çereser bû
Li Tebqayê pirsgirêka avê çereser bû
21 ÇILE, 2020   07:59
TEBQA

Bi armaca çareserkirina qutbûna avê, Gerînendeya Avê ya Tebqayê projeyên danîna pompeyan bi dawî kir. Girîngiya vê projeyê ji bo şêniyê Tebqayê pir giringe. Li  gel vê yekê herêma Ayîd a rojavayê bajêr zehmetiya nebûna avê dikişinin. Ji ber ku pompeyên avê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve  hatibûn dizîn.

Proje bi armanca sererastkirina pompeyên heyî yên bajêr, gund, depoya başûrî,stasyona avê bide gundê Ayîd hatiye danîn. Ev jî li gorî qonaxan û sererastkirina tabloya kehrebê hatiye û pompeyên nû hatine danîn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha çeteyan pompe dizîbûn û hejmara pompeyên hatin danîn 6 in.Li gel vê yekê mudîrê projeyê Abdulhemîd diyar kir ku Meclisa Rêveber a Tebqayê 256 hezr dolar ji bo lêçûna projeyê veqetand.

Abdulhemîd bal kişand ser sererastkirina li gundê Ayîd û got: “Ji ber wê bîr hatiba hilweşandin, me çêkir, li gel vê yekê bi armanca taqîkirina avê me cihê pişkinînê vekir.”

Têkildarî derengmayîna projeyê ku divabû beriya 4 mehan bi dawî biba, Abdolî wiha anî ziman: “Ji ber pompeyên nû dereng hatin, proje dereg ma, lê dîsa ber bi dawîbûnê ve diçe.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OUWdnaxWntI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>