Şêniyên Efrînê: Em ê heta vegera li xaka xwe li ber xwe bidin

Şêniyên Efrînê yên koçber bûne, destnîşan kir ku heta Efrîn ji çeteyan were rizgarkirin û ew vegerin malên xwe, ew ê li ber xwe bidin.

Şêniyên Efrînê: Em ê heta vegera li xaka xwe li ber xwe bidin
21 ÇILE, 2020   07:23
ŞEHBA

Artêşa Tirk li dijî kantona Efrînê di 20 Çileya 2018`an êriş pêk anîn, di encamê de bi hezaran şênî koçber bûn, mal û milkên wan hatin desteserkirin.

Şêniyên Efrînê yên li kampên kantona Şehbayê bi cih bûne, êrişên artêşa Tirk red kirin û îşaret bi berxwedana li dijî dagirkeriyê kir.

Zelîxa Umer a ku li Kampa Serdem a li navçeya Ehdas dimîne, wiha anî ziman: “Beriya artêşa Tirk êriş bike, em bi aramî dijiyan, lê piştî êrişên artêşa Tirk hovitî û binpêkirin pêk anîn, nexasim li dijî jinan, hem jin revandin û hem jî qetil kirin.”

Zelîxa wiha pê de çû: “Erogan bi hezaran gelê Efrînê koçber kir, berê çeteyan bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve kir da ku dîsa li dijî Kurdan binpêkirinan pêk bîne. Bi vê yekê li ser xaka Sûriyê dîroka bapîrên xwe yên Osmanî dubare dike.”

Qudret Ehmed a ji gundê Kerferzêd ê Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên xwe li dijî wan balafir û çekên giran bi kar anîn, armanca çeteyan diziya mal û milkên wan, koçberkirin û diziya zeytûnên wan bû.

Her wiha Emîna Reşîd a li Kampa Serdem dimîne jî wiha got: “Artêşa Tirk dixwest bi êrişkirina kantona Efrînê hebûna gelê Kurd tune bike, dîroka demdirêj îzole bike, lewma darên wan qut kirin û bazirganî pê kirin. Mirov dikare bibêje kiryarên artêşa Tirk wekî kiyarên DAIŞ`ê ne û ew jî girêdayî komên terorîst in.”

Emîna wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Erdogan piştevanê sereke yê DAIŞ`ê ye, wan zarokên me qetil kirin, malên me dizîn, lê em li kantona Şehbayê li ber xwe bidin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CjJtokS-NTg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>