Li Iraqê xwepêşandanên girseyî û qutkirina rêyan

Li bajarên Iraqê li ser bersivdana banga tevgera gel, xwepêşandanên girseyî dewam dikin. Xwepêşandêran gelek rê qut kirin.

Li Iraqê xwepêşandanên girseyî û qutkirina rêyan
20 ÇILE, 2020   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Someriye News a Iraqê ragihand ku rêya navdewletî ya ku Bexda û parêzgehên başûr bi hev ve girê dide, hate qutkirin. Someriye News li ser zimanê çavkaniyên ewlehiyê yên dewletê wiha ragihand: "Vê sibehê xwepêşandêran rêya navdewletî ya ku Bexda û parêzgehên başûr bi hev girê dide, qut kir.”

Çavkaniyên ewlehiyê wiha lê zêde kir: "Tenê rê ji rewşên awarte û lezgîn re vekirî ye."

Li Kerbelayê jî vê sibehê, xwepêşandêran pirên El-Derîbe û Serî yên taxa Remedan a li naverasta bajêr li pêş çûn û hatinê qut kir. Hêzên ewlekariyê yên Iraqê gule û bombeyên gazê bi kar anîn da ku xwepêşandêran ji hev belav bikin û di encamê de birîndarî çêbûn û hemleya girtinê li parêzgehê dest pê kir.

Xwepêşandêran deriyê sereke yê balafirgeha Necefê ya navneteweyî bi şewitandina dolaban girt û her wiha deriyên daîreyên hikumetê li parêzgehê jî girtin ku nehêlin karmend biçin daîreyên xwe.

Tevgera gel a Iraqê banga bilindkirina xwepêşandanan di 20’ê vê Çileyê de bi rasthatina bidawîbûna dema ji hikumetê re ji bo pêkanîna daxwazên şêniyan kiribû, nexasim jî li parêzgehên başûr.

(fr)