Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro îşaret bi geşedanên li Idlibê û Konferansa Berlînê ya der barê Lîbyayê de kir, her wiha geşedan û xwepêşandanên li Iraq û Lubnanê jî di rojeva rojnameyan de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî yên îro
20 ÇILE, 2020   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: LI IDLIBÊ BÊDENGÎ Û ‘KOMÎTEYA DESTÛRÊ’ LI BER BAYÊ ÇÛ

Rojnameya El-Beyan der barê geşedanên li Idlibê de wiha nivîsî: “Piştî pevçûnên ku 48 saetan dewam kir, eniyên şer bê deng bûn, hêzên rejîmê nekarîn li gundewarên Idlibê û Helebê bi pêş bikevin, hejmara koçberan jî gihîşte 300 hezaran piştî ku agirbest têk çû.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: “Fermandarên leşkerî diyar kir ku Rûsyayê hêzên leşkerî ji Dêrazorê anîne. Milîsên Îranê jî bi sedan çekdar birin gundewarên Helebê yên rojava, di vê navberê de hevdîtinên Tirkiye û Rûsyayê bêyî ku der barê agirbesteke nû de li hev bikin, bi dawî bûn.

Çavkaniyeke agahdar (ji opozîsyona Sûriyê ya çekdar) diyar kir ku di navbera Tirkiye û fermandarên komên çekdar de civînek hatiye lidarxistin, lê bê encam bû. Çavkaniyê got dibe Tirkiyê ji koman re gotibe ku wan nikariye Rûsyayê razî bikin da ku şer rawestîne.

Di vê navberê de, ji ber şerên li gundewarên Idlib û Helebê, êdî kes behsa civînên ‘komîteya makezagonê (destûrê)’ yên li Cinêvê nake.

Çavdêr dibêjin ku Şam êdî naxwaze komîteya makezagonê bicive, beriya ku rewşa Idlibê çareser nebe. Şamê nehişt ku serokê şandeya wê Ehmed El-Kezberî, bi şandêrê navdewletî Geir Pedersen re bicive, ev jî nîşana wê ye ku dixwaze civînên makezagonê niha rawestin.”

OKAZ: KONFERANSA BERLÎNÊ RÊ LI PÊŞIYA TIRKIYÊ GIRT, BIÇEKIRINA MILÎSAN JÎ SÎNORDAR KIR

Der barê encamên Konferansa Berlînê ya ji bo rewşa Lîbyayê rojnameyê nivîsî: “Civîna navdewletî ya der barê Lîbyayê de ku duh yekşemê li Berlînê hate lidarxistin, xwest ku agirbesta li Lîbyayê dewam bike, êrîşên li dijî benderan rawestin, çêkirina milîsan bê sînordarkirin û destwerdana derve jî bê rawestan. Her wiha civînê xwest ku qedexeya derbaskirina çekan bo Lîbyayê dewam bike.

Di encamnameya civînê de 4 xalên sereke hebûn: qedexeya derbaskirina çekan bo Lîbyayê dewam bike, agirbesta ku roja 12`ê vê mehê li Moskovê hate ragihandin dewam bike, alî vegerin pêvajoya çareseriya siyasî. Desetwerdana ji derve nayê pejirandin, ji ber destwerdana derve dê arîşeya hundirê Lîbyayê veguhêze arîşeyeke navdewletî.

Di encamnameyê de her wiha hate gotin ku ev civîn ne ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê ye, lê ji bo amadekariyên kongreyeke navdewletî ye ku tê payîn dawiya mehê li Cinêvê bê lidarxistin.

Lê hêviyên ku dê civîn encamên baş bi xwe re bîne, pir kêm in. Bi taybet ji ber helwestên hişk ên hin dewletan, mîna Tirkiyê ku serokê wê Recep Tayyîp Erdogan, gef li Ewropayê xwarin ku yan piştgiriya hikûmeta Wîfaqê yan jî terorê bike.”

EL-EREB: ÇAVDÊRIYA AGIRBESTÊ LI LÎBYAYÊ MIJARA NAKOKIYÊ YE DI NAVBERA RÛSYA Û EWROPAYÊ DE

Rojnameya El-Ereb der barê mijarê de nivîsî: “Mijara şopandin û çavdêriya agirbesta di navbera aliyên Lîbyayê de, bû cihê nakokiyê di navbera Rûsya û Yekitiya Ewropyê de. Ewropa dixwaze hêzên navdewletî bişîne Lîbyayê da ku desthilata Rûsyayê li Lîbyayê kêm bike.

Li gorî lihevkirina di navbera dewletên ku li Berlînê li hev kom bûn de, pêwîst e agirbesta Lîbyayê dewam bike, lê pêwîst e ji bo çavdêriya agirbestê mekanîzmayek bê destnîşankirin, ji wan jî dibe ku hêzeke aştiyê ya navbênkar ji bo Lîbyayê bê erkdarkirin, lê ev tişt tenê bi erêkirin û biryara Konseya Ewlehiyê pêkan e, jixwe eger yek ji endamên daîmî mafê vetoyê bi kar neyne li dijî biryarê.

Her wiha nehatiye diyarkirin ka kîjan alî dê hêzên aştiyê bi rê bike Lîbyayê, Yekitiya Ewropayê, lê NATO yan Yekitiya Afrîkayê yan jî Tirkiye ku bi hikûmeta Wîfaqê re lihevhatinek îmze kiriye, her wiha Rûsyayê jî helwesta xwe der barê mijarê de diyar nekiriye.

Ne dûr e ku Rûsya li dijî biryarê li Konseya Ewlekariyê vetoyê bi kar bîne û hewldanên navdewletî yên birêkirina hêzên aştiyê bo Rûsyayê têk bibe.

ŞERQ EL-EWSAT: EWN Û DIYAB LI HEV CIVIYAN, LI BEYRÛTÊ JÎ PEVÇÛN

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: “Hevdîtinên duh astengiyên li pêşiya avakirina hikûmetê hêsan nekirin, tevî ku hin agahî belav bûn ku dibe piştî civîna di navbera serokê hikûmetê yê erkdar Hesan Diyab û serokê komarê Mîşel Ewn de, dê hikûmet bê ragihandin. Lê carake din ev rewşa bi hêvî veguherî, ji ber ku alî negihîştin tu çareyên dawiyê, Diyab jî bêyî ku daxuyaniyekê bide ji civînê derket.”

Rojnameyê ev lê zêde kir: “Di vê navberê de dîsa xwepêşandêr duh êvarê daketin kolanan, hejmareke mezin a hêzên ewlekariyê jî li kolanan belav bûn, jixwe şeva beriya wê pevçûnên dijwar rû dan û nêzî 400 kes birîndar bûn.

Duh hêzên ewlehiyê li Beyrûtê bombeyên gazê û guleyên plastîk bi kar anîn da ku xwepêşandêran belav bikin.”

EL-BEYAN: DI XWEPÊŞANDANÊN LI IRAQÊ DE KUŞTÎ Û BIRÎNDAR

Der barê rewşa Iraqê de rojnameyê nivîsî: “Beriya ku dema xwepêşandêran ji bo hikûmetê diyar kiribûn, bi dawî bibe, dîsa li navenda Bexdayê pevçûnan rû da, hêzên ewlehiyê jî çek li dijî xwepêşandêran bi kar anîn, her wiha li Meydana Tehrîr jî bombeyên gazê hatin bikaranîn. Girseya xwendekaran avahiya Wezareta Perwerdeyê dorpêç kir.

Çavkaniyên bijîşkî yên Iraqê diyar kir ku di xwepêşandên duh de du kes hatine kuştin û 17 kes jî birîndar bûne.”

(k)