Komxebata civîna salane ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir

Beriya niha bi çend kêliyan komxebata civîna salane ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê bi beşdariya endamên 7 rêveberiyên xweser û sivîl dest pê kir.

Komxebata civîna salane ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
Komxebata civîna salane ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
Komxebata civîna salane ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
13 ÇILE, 2020   10:53
REQA

Îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li dar dixe da ku xebat û destkeftiyên di sala borî pêk anîne, nîqaş bikin û her wiha jî da ku proje û planan deynin û lêçûna sala nû diyar bikin.

Di civînê de, Desteya Serokatiya Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokên 7 rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokên deste û buroyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Dê civîn heta 2 rojan bidome. Dê roja yekemîn a civînê, beşdar girîngtirîn xebat û destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser di 2019’an de li ser tevahî astan pêk anîne, nîqaş bikin û rewşa siyasî jî binirxînin.

Dê di roja duyemîn a civînê de jî, proje û planên Rêveberiya Xweser û diyarkirina lêçûna (mezext) van projeyan bên nîqaşkirin.

Cîgirê hevserokartiya Meclisa Rêveber Hemîd El-Ebid îşaret pê kir ku tevî ku hin herêmê hatin dagirkerin, lê di sala borî de gelek destkeftiyên mezin pêk anîn. Hemîd bal kişand ser ku bi rêya vê civînê dê mekanîzmaya nû ya xebat, derbaskirina pirsgirêk û astengiyên di sala borî de çêbûne, pêk bînin û her wiha pêşniyarên nû jî bên kirin.

El-Ebid piştrast kir ku dê lêçûna çaryekî ya her herêmekê da ku proje û xebatên xwe pêk bînin, bê danîn.

(fr)

ANHA