QSD’ê encamên şer û berxwedana 3 rojên dawîn eşkere kirin-HATE NÛKIRIN

QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wê di navbera 9 û 12’ê Çileyê de jî êrişên xwe berdewam kirin.

QSD’ê encamên şer û berxwedana 3 rojên dawîn eşkere kirin-HATE NÛKIRIN
13 ÇILE, 2020   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) encamên şer û berxwedana 3 rojên dawîn eşkere kirin. QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê fealiyetên xwe yên keşfê û êrişan berdewam dikin.

Daxuuyaniya  QSD’ê wiha ye :

“Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser wê ve, bi armanca berfirehkirina dagirkeriyê faaliyetên keşf û êrişan berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;

EYN ÎSA

9’ê Çileyê balafirên bêmirov benda kontrolê ya Eyn Îsa bombebaran kir. Di encamê de welatiyekî sivîl û endamekî Asayîşê birîndar bûn. Li heman rojê artêşa dagirker bi obus û çekên giran nêzî gundê Hoşan êrîş birin ser rêya M4 a navdewletî. Di encamê vê êrişê de ziyanên madî gihîştin milkên welatiyên sivîl. 

GIRÊ SPÎ

10 û 11’ê Çileyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obus û hewanan gundên Erîda, Şorbenîsk û Qîzalî bombebaran kirin. Di encamê de milkên welatiyên sivîl zirar dîtin.

TIRBESPIYÊ

12 Çileyê piştî nîvro saat 13.00’an de nêzî gundê Dokir cihekî ku saziyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên sivîl erkê xwe dimeşandin, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin. Di encama vê êrîşê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn  û welatiyên sivîl jî birîndar bûn. Dewleta Tirk a dagirker ji roja ku agirbest hatibû îlankirin heya îro binpêkirinên xwe bi her awayî berdewam dike.”