ENKS‘ê beşdarî panelên yekîtiya Kurd nebû

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Ebûd Meqsû got: “Piraniya partiyên siyasî yên ji bo panelan hatin vexwendin beşarbûn. Lê tenê ENKS û partiyên di bin siya wê dixebitin beşdar nebûn.”

ENKS‘ê beşdarî panelên yekîtiya Kurd nebû
13 ÇILE, 2020   06:00
QAMIŞLO

Piştî êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî banga yekîtiya kurdî kir. Li ser vî esasî Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê 6 panelên diyalogan li dar xist, nêrînên şênî, partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar û saziyên civaka sivîl ên girêdayî însiyatîfî û girîngiya wê guhadar kirin.

Têkildarî mijarê hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Ebûd Meqsû axivî û got: “Piraniya partiyên siyasî yên ji bo panelan hatin vexwendin beşarbûn. Lê tenê ENKS û partiyên di bin siya wê de dixebitin, beşdar nebûn. Partiyên siyasî bi beşdarbûna panelan isbat kirin ku însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî pir girîng e. Beşdaran gotin ev însiyatîf gavek erênî ye.”

Ebûd Meqsû diyar kir ku lidarxistina panelên diyalogan erkeke neteweyî ye û dikeve ser milê rewşenbîran. Meqsû wiha pê de çû: “Şêniyên beşdarî panelê bûn nêrînên xwe anî ziman û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya kurdî.” 

Ebûd Meqsû bal kişand ser astengiyên li pêşberî însyatîfa yekîtiya Kurd derdikevin û wiha got: “Bi rêya diyalogan sedema astengkirina yekîtiya Kurdan diyar bû. Ew jî reva hin partiyan e. Lewma banga me ji partiyên kurdî re ew e ku li ser masya diyalogan kom bibin û yekîtiya xwe ava bikin.”

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Meqsû têkildarî girîngiya pêngavê wiha anî ziman: “Ji bo gelê Kurd ên li her 4 parçeyên Kurdistanê ev pêngava hebûn û nebûnê ye. Lewma dema qala yekîtiya neteweyî dibe, divê partiyên kurdî berjwendiyên xwe deynin milekî. Ji ber bi hezaran şêniyên herêmê canê xwe di oxira parastina herêmê de dane.”

Têkildarî derencamên her 6 panelên diyalogan, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê di 10’ê Çileyê daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniyê de îşaret bi mixabiniya nebeşdarbûna Partiyên Niştimanî Kurdî "ENKS"hate kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BxmMMiNIEuY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>