Jinên ciwan ên Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan

Bi dirûşma "Bi pêşengiya jinên ciwan em ê komployan têk bibin" jinên ciwan ên Minbicê û gundewarên wê ji bo şermezarkirina destwerdana dewleta Tirk a dewletên cîran, meşek li dar xist.

Jinên ciwan ên Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan
Jinên ciwan ên Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan
Jinên ciwan ên Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan
Jinên ciwan ên Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan
Jinên ciwan ên Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan
Jinên ciwan ên Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan
Jinên ciwan ên Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan
12 ÇILE, 2020   11:13
MINBIC

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Jinan a Minbicê dest pê kir û heta avahiya komîteyan a li rojavayê bajêr çû. Jinên ciwan alên Meclisa Jinan hildan.

Meş li pêş avahiya komîteyan vegerî mîtîngê û deqeyeke rêz hat girtin. Paşê bi navê Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê endama Yekitiya Werzîşê Rûa Seto axivî û wiha got: "Komployên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê israr û hêza me bi rihê berxwedana ku me ji fikrên Abdullah Ocalan wergirtine, zêde dike,."

Paşê bi navê Meclisa Jinên Ciwan a Minbic û Gundewarê Wê Nesrîn Şêxo axivî û berxwedana şehîdên azadiyê silav kir û wiha got: "Bi saya lehengiya şehîdan, em azad dijîn."

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedanê û şehîdên azadiyê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_n24FPq3fqg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>