Di navbera hêzên rejîmê û çeteyên dewleta Tirk de şer berdewam e

Çeteyên dewleta Tirk kombûna hêzên rejîmê li derdorê balafirgeha Nîreb a leşkerî ya li Helebê hedef girt, her wiha piştî 12 saetan ji destpêkirina agirbestê şer li bejahiyên Hemayê dewam dike.

Di navbera hêzên rejîmê û çeteyên dewleta Tirk de şer berdewam e
12 ÇILE, 2020   11:53
NAVEND NÛÇEYAN

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker kombûna hêzên rejîmê li derdora balafirgeha Nêreb a leşkerî ya Helebê de topbaran kir, lê tu agahî li ser windahiyên mirovî heta niha bi dest neketine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku komeke hêzên rejîmê hewl da bikeve nuqteyên pêşîn ên çeteyên Tirkiyê. Di encamê de leşkerekî rejîmê hate kuştin û yên din jî bi mayinekê li derdora Hiwêce ya Sehil Xab a bejahiya bakurê Hemayê birîndar bûn. Li heman herêmê şerekî demkî di navbera her du aliyan de rû da.

Balafirên şer li asîmanê herêmê, ji beriya pêkanîna agirbestê ya şeva şemiyê ve tune ne.

(cx)