Xwendekarên Efrînê karnameyên xwe wergirtin

Piştî ku ezmûnên serdema yekemîn a sala xwendinê ya 2019-2020’an bi dawî bûn, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk karname li xwendekarên Efrîn û Şehbayê belav kirin.

Xwendekarên Efrînê karnameyên xwe wergirtin
Xwendekarên Efrînê karnameyên xwe wergirtin
Xwendekarên Efrînê karnameyên xwe wergirtin
Xwendekarên Efrînê karnameyên xwe wergirtin
Xwendekarên Efrînê karnameyên xwe wergirtin
12 ÇILE, 2020   11:11
ŞEHBA

Piştî ku ezmûnên serdema yekemîn a sala xwendinê ya 2019-2020 bi dawî bûn, di betlaneya nîvê salê de û berî destpêkirina serdema duyemîn a sala xwendinê, îro Komîteya Perwerdeya Civaka Demoktatîk karname li xwendekarên 67 dibistanên herêma Efrînê belav kirin.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk diyar kir ku 15 hezar xwendekarî karnameyên xwe wergirtine. Hejmara xwendekarên asta seretayî zêdetirî 10 hezarî ye, yên navîn û amadehî jî 2 hezar xwendekar in. Her wiha hejmara xwendekarên ji pêkhateya Ereb 2 hezar û 400 e. Mamosteyan şagirtên serkeftî xelat kirin.

Ezmûnên serdema yekemîn di 23`yê Kanûna 2019`an de dest pê kiribû.

 (cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LT0NkInZHJ8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>