Li Tebqayê ji bo şehîd Newres merasîmek hate lidarxistin

Li Tebqayê ji bo şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Newres El-Hemed (Newres Tebqa) yê ku li Serêkaniyê di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de şehîd bibû, merasîmeke hate lidarxistin.

Li Tebqayê ji bo şehîd Newres merasîmek hate lidarxistin
Li Tebqayê ji bo şehîd Newres merasîmek hate lidarxistin
Li Tebqayê ji bo şehîd Newres merasîmek hate lidarxistin
11 ÇILE, 2020   14:14
TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Tebqayê bi merasîmekê şehadeta şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Newres El-Hemed (Newres Tebqa) ragihand. Newres Tebqa di 28‘ê Cotmehê de li Serêkaniyê di çarçoveya Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de şehîd bibû.

Di merasîmê de şêniyan, şandeyek ji Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, Meclisa Sivîl a Tebqayê û endamên Meclisa Malbatên şehîdan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Piştî deqeya rêzgirtin, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mûsa Osman axivî, anî ziman ku xwîna şehîdan tişta herî pîroz e ku ti carî nabe bazirganî li ser wê were kirin. Osman got: "Şehîdan jiyana bi rûmet ji me re afirandin, ew ê wekî semboleke fedayetiyê hert im di bîra me de bin."

Endama Komîteya Têkiliyan a Rêveberiya Jin a Tebqayê Necma El-Ebd jî bal kişand ser rola şehîdan di parastina welat û avakirina jiyaneke bi azad û rûmet.

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîna Ebdulrezaq nasnameya şehîd radestî malbata waî kir.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA