Zeyneb dema zarokên astengdar rizgar dikir birîndar bû

Hevjînê Zeyneb Mehmûd a ku di êrîşa dagirkeriya Tirk a li ser gundê Başemrê yê Şêrawayê de birîndar bibû, diyar kir ku Zeyneb dema hewl dida zarokên astengdar ji mala xwe ber bi cihekî ewle ve derexîne, birîndar bû.

Zeyneb dema zarokên astengdar rizgar dikir birîndar bû
Zeyneb dema zarokên astengdar rizgar dikir birîndar bû
Zeyneb dema zarokên astengdar rizgar dikir birîndar bû
11 ÇILE, 2020   14:30
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên piştî nîvro de gundên Başemrê yê girêdayî navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê topbaran kirin. Di topbaranê de jina bi navê Zeyneb Mehmûd Hemade ya 56 salî di lingê xwe yê çepê de birîndar bû.

Hevjînê Zeyneb, Mihemed Hemade anî ziman ku Zeyneb dema hewl dida zarokên astengdar ji mala derxîne û wan bibe cihên ewle birîndar bû.

Hemade got: "Ev ne cara yekem ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên me bi awayekî hovane topbaran dike."

ANHA