Li Qamişlo beşa duyemîn a mazota sobeyan tê belavkirin

Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo dest bi belavkirina beşa duyemîn a mazota sobeyan li şêniyên bajêr kir.

Li Qamişlo beşa duyemîn a mazota sobeyan tê belavkirin
Li Qamişlo beşa duyemîn a mazota sobeyan tê belavkirin
Li Qamişlo beşa duyemîn a mazota sobeyan tê belavkirin
Li Qamişlo beşa duyemîn a mazota sobeyan tê belavkirin
Li Qamişlo beşa duyemîn a mazota sobeyan tê belavkirin
11 ÇILE, 2020   13:59
QAMIŞLO

Xebata belavkirina mazotê li bajarê Qamişlo bi hevkariya Komîteya Sotemenî, meclis û komên bajêr de tê kirin.

Di beşa yekemîn a 10’ê Îlona 2019’an hatiye destpêkirin û destpêka sala nû qediye de, hin malbatan 400 lître mazot wergirt û hin malbatan jî 200 lîtr wergirt.

Li gorî Komîteya Sotemeniyê, miqdara mazota sobeyan a ku li şêniyan hatiye belavkirin, nêzî 18 milyon lître bû.

Komîteya Sotemeniyê ji her malbatekê re 600 lîtir mazot diyar kir ku dê beş bi beş belav bibe û dê 2 caran li her malbatekê were belavkirin.

Hevserokê Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo Xaşih Ehmed diyar kir ku 18 benzîxane li nava bajêr ji bo belavkirina mazota sobeyan hatiye erkdarkirin û buhaya her lîtreyekê li benzîxaneyan bi 75 lîreya Sûriyê ye û dema bihijin malên şêniyan bi 77 lîreyên Sûriyê ye.

(fr)

ANHA