240 milyon lîtir mazot hatin belavkirin û dest bi beşa duyemîn hat kirin

Miqdara mazota ya ku li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye belavkirin, zêdetirî 240 milyon lîtir ji beşa yekemîn bû û her wiha Rêveberiya Sotemeniya Giştî ragihand ku dest bi belavkirina beşa duyemîn a mazotê li şêniyên herêm kir.

240 milyon lîtir mazot hatin belavkirin û dest bi beşa duyemîn hat kirin
11 ÇILE, 2020   09:06
EYN ÎSA-EHMED EL-KEMIYAN

Komîteyên sotemeniyê yên Rêveberiyên Xweser û Sivîl ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beriya hatina werza vê zivistanê, dest bi belavkirina mazotê li ser şêniyan kir. Weke beşa yekemîn, li her malbatekê 200 lître mazot hat belavkirin. Her wiha jî hin komîteyan weke tenê beşekê 400 lître li ser hin bajaran bi bihaya 75 lîreyên Sûriyê ya her lîtrekê belav kir.

Hejmara malbatên ku mazot lê hatiye belavkirin 14 hezar û 474 bûn, her wiha jî miqdara mazota ku li wan hatiye belavkirinê jî 240 milyon û 652 hezar û 530 lîtir mazot bû.

Rêveberiyê, mazota sobeyan li zêdetirî 22 hezar û 631 malbatên ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê koçber bûne, belav kirin, her wiha li her malbatekê 200 lîtir mazot bê pere hat belavkirin.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq Xelef piştrast kir ku tevahî malbatên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşa yekemîn a mazota sobeyan wergirt, her wiha jî komîteyên 7 rêveberiyan dest bi belavkirina beşa duyemîn a mazotê kir.

Sadiq Xelef diyar kir ku miqdara mazota ku îsal li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji sobe û çandiyê re hatiye belavkirin, zêdetirî 482 milyon û 267 hezar û 471 lîtir mazot bû.

Xelef da zanîn ku sotemenî û madeyên petrolê ji mazot, benzîn û cereyên gazê digihîje tevahî rêveberiyan û tu pirsgirêk an astengî der barê gihandinê derneketine.

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihaya benzînê daxist 210 lîreya Sûriyê ku rewşa şêniyan a jiyanî raxist ber çavan. Her wiha bihaya benzînê demeke berê, gihişt nêzî 300 lîreya Sûriyê.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bWzKj7uvR08" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>