Mijarên rojnameyên erebî – 11 Çile

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa têkiliyên Rûsya û Tirkiyê li herêmê û nakokiya Amerîka-Îranê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 11 Çile
11 ÇILE, 2020   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: TIRKIYÊ Û RÛSYA DI TÊKILIYEKE TEVLIHEV DE BERDEWAM IN

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa gelek mijaran kir, jê jî têkiliya Rûsya û Tirkiyê ye. Di vî warî de nivîskar Dimitar Bishev bi gotarekê ku rojnameya El-Ereb weşandiye wiha got:" Bi eşkerekirina wan a yekitiyê re, serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn êdî baş hêmanên lîstokê û ji ku ve mil tê xwarin, dizanin."

Serokê Rûsyayê serdana Istenbolê kir, bi wê re jî hat diyarkirin ku xeta boriyên Terk Strîm ku Rûsya û dewleta Tirkiyê bi hev ve girê bide, dê were vekirin. Lê belê di serdanê bal li ser hin pirsgirêkên berdewam ên di vê têkiliyê de, hat kişandin.

Ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve û dosyeya enerjiyê pirsgirêka mezin li hember Rûsya û Tirkiyê ne ku çawa sûdên hevpar wergirin. Her wiha jî di heman demê de hin tevlihevî di berjewendiyên dîtir de hene.

Xeta boriyên Terk Strîm ên zû, yên ku dê gaza Rûsyayê ber bi dewleta Tirk û Ewropayê ve veguhêze, beşa herî bandoriya xwe der barê pirsgirêkên di navbera her du welatan de kêm e. Bi wê re jî berjewendiya Rûsya û dewleta Tirk pêkan e. Li aliyekî din Pûtîn da zanîn ku kedên Amerîkayê yên bi hedefa binketina projeyên beşa enerjiyê li Ewropa, nagihînin armancên xwe.

Lê tişta di mijiyên Erdogan û Pûtîn digere ji pirsgirêka petrol û gazê mezintir e, di demekê li Rojhilata Navîn de nakokî zêde ne.

Ji aliyekî ve Rûsya û dewleta Tirk hevgirtî ne û tu berjewendiyeke wan a  diyar ku têkevin navbera Îran û DYA’yê piştî kuştina generalê Îranê Qasim Suleymanî bi fermana Koşa Spî, tune ne. Lê destwerdanên Îranê di gelek caran de der barê binketina kedên Rûsya-Tirkiyê ya peymanên li Sûriyê bi rêya Astanayê de, ne hindik in.

Di civîna xwe ya çapemeniyê de, Pûtîn bi her awayî behsa mijara bajarê Idlibê ya di bin serweriya opozîsyonê de nekir û ya ku hê jî nuqteya hesas ji dewleta Tirkiyê re ye.

Piştî serdana ji nişkav a Şamê re, Pûtîn berê xwe da Istenbolê. Serdana Pûtîn a Şamê re ya yekemîn e.

Lê belê tenê du encamên gucaw der barê Idlibê hene; Yan hikumeta Sûriyê serweriya li ser bajêr bike, ev jî dibe sedema koçberiya mezin a ber bi dewleta Tirkiyê ve. Yan jî dewleta Tirk yekser serweriyê li ser parçeyên li bajêr bike û El-Esed jî serweriyê li ser parçeyên dîtir bike. Her wiha jî rola Pûtîn a di vê mijarê de ya mezin heye.

EL-BEYAN: EWROPA XEBATÊN JI BO AGIRBESTÊ ZÊDE DIKE

Der barê nakokiyên Amerîka – Îranê de rojnemya El-Beyan wiha nivîsand:"Ewropa duh xebatên ji bo domandina agirbesta di navbera DYA`yê û Îanê de û ji bo şer di navbera her du welatan de derneke xebatan zêde dike. Her wiha baş zane ku tu şaştî ji her du aliyan ve dibe ku kombûna Ewropî li hember bayê şer û aloziya belavbûna nukleerê dibe ku zêde bibe."

EL-ÎMARAT EL-YEÛM: PELOSI SOZ DA KU DÊ DI DEMEKE NÊZ DE LÎSTEYA TEWANÊN DER BARÊ TRUMP DE BIDE MECLISA KONGREYÊ

Der barê rewşa Amerîkayê de rojnameya El-Îmarat El-Yeûm wiha got:"Seroka Parlamentoyê ya Amerîkayê Nancy Pelosî piştî derengmayîna ku çend hefteyan dewam kir û xet ji bo tevgerê zêde bûn piştrast kir ku ew ê di demekê nêz de lîsteya tewanên ji bo rakirina Serokê Amerîkayê Donald Trump ji meclisa Kongreyê re bişîne da ku amadekariyên dadgehkirina wî bikin."

Nancy Pelosi banga xwe ji bo serokê Komarparêzan ê di Sanetoyê de Mitch McConnell re dûbare kir ku ji bo dadgehkirina dîrokî rêbazên deynin. Da ku karibin şêwazê dadgehkirinê fêm bikin û got:"Ma ev xwestekeke zehmet e?."

(fr-bx)