Îranê li xwe mûkir hat ku balafira Okraniya bi şaştî xistiye xwarê

Îro Îran diyar kir ku wan balafira Okranî ji ber şaştiyeke nayê efûkirin xistiye û got ew poşman e. Her wiha soz da ku ew ê berpirsên vê bûyerê radestî dadgehê bikin.

Îranê li xwe mûkir hat ku balafira Okraniya bi şaştî xistiye xwarê
11 ÇILE, 2020   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Îranê Hesen Rohanî li ser hesabê xwe yê twitterê îro belav kir ku xistina Îranê ji balafira Okraniyayê re karesateke mezin e û şaştiyeke nayê efû kirin.

Hesen Rohanî di twitteke din de diyar kir ku Îran ji bo xistina balafira Okranî poşman e.

Ji aliyê xwe ve fermandariya artêşa Îranê destnîşan kir ku berpirsê kareseta xistina balafira Okranî dê radestî dadgehê were kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf piştî hêzên Îranê gotin wan balafir bi şaştî xistine xwar, îro lêborîna welatê xwe ji bo xistina balafira Boeing a Okranî da.

Zerîf li ser malpera xwe ya hesabê xwe yê twitterê got rojek xemgîn.

Her wiha destnîşan kir ku şaştiyeke mirovî di dema aloziyê de bû sedema karesatê her wiha xemgînî û lêborîna xwe ji gel, malbatên kesên di bûyerê de hatin kuştin û netewên ku zerar dîti, xwest.

Balafira Okranî di dema ku Îranê moşek  avêt baregehên Amerîka yên li Iraqê ji bo bersivdayîna kuştina Qasim Suleymanî, hate xistin.

(bx)