‘Nejbîr a birîndar, hêvî û moralê birîndaran xweş dike’

Şervana YPJ’ê Nejbîr Îsmaîl di şerê li dijî çeteyên Cephet El- Nusra de lingê xwe yê çepê winda kir. Ji bo bi birîndaran re bibe alîkar û moralê wan xweş bike, niha di navenda çêkirina endaman a girêdayî Heyva Sor a Kurd dixebite.

‘Nejbîr a birîndar, hêvî û moralê birîndaran xweş dike’
‘Nejbîr a birîndar, hêvî û moralê birîndaran xweş dike’
‘Nejbîr a birîndar, hêvî û moralê birîndaran xweş dike’
‘Nejbîr a birîndar, hêvî û moralê birîndaran xweş dike’
‘Nejbîr a birîndar, hêvî û moralê birîndaran xweş dike’
‘Nejbîr a birîndar, hêvî û moralê birîndaran xweş dike’
‘Nejbîr a birîndar, hêvî û moralê birîndaran xweş dike’
‘Nejbîr a birîndar, hêvî û moralê birîndaran xweş dike’
‘Nejbîr a birîndar, hêvî û moralê birîndaran xweş dike’
11 ÇILE, 2020   07:31
QAMIŞLO-ŞÎNDA EKREM

Şervana YPJ`ê Nejbîr Ehmed Îsmaîl (26) di şerê li Cezayê li dijî çeteyên Cephet El- Nusrayê de lingê xwe winda kiriye. Niha jî li kargeha çêkirina endaman a girêdayî Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişlo dixebite. Armanca wê dermankirina birîndaran e.

Di şerê 9 salan ê Sûriyê de gelek serpêhatiyên bi êş hatin jiyîn. Hin hatin qetilkirin, hin winda bûn, hin astengdar bûn û hin jî koçber bû. Herkesî para xwe ji vî şerê qirêj girt.

Nejbîr Ehmed Îsmaîl ji malbatek Kurd a ji bajarê Dêrik ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Beriya 2011`an anku beriya şoreşa Sûriyê malbata Nejbîr li Herestayê ya bejahiya Şamê bi cih bûbûn. Lewma wê jî berê xwe da Şamê û li wir xebitî.

Lê bi şoreşa Sûriyê re rewşa herêma Herestayê xerab bû û ji ber cihê komên çekdar bû domdar şer lê rû dida. Di 2012`an de malbata Nejbîr berê xwe dan bajarê Dêrikê û li wir bi cih bûn.

Lê piştî YPG`ê herêma Dêrikê ji rejîma Sûriyê rizgar kir, êdî Yekîneyên Parastina Gel bû cihê baweriya gelên herêmê.

Nejbîr YPG nas kir û ji wan bandor bû. Lewma di dawiya sala 2012`an fermî tevlî nava YPG’ê bû.

PARÇEYEK JI CANÊ XWE WENDA KIR

Nejbîr beşdarî nava gelek pêngavên rizgarkirina kantona Qamişlo bû û di 25 Adara 2014`an dema li dijî êrişên Cebhet El-Nusra yên li dijî herêma Cezayê ya başûrê rojhilatî kantona Qamişlo sekinî, bombe pê de teqiya û bi giranî birîndar bû.

Parçeyekî bombeyê derbasî lingê çepê yê Nejbîr bû û doktor neçar man jêkin.

Rewşa Nejbîr zehmet bû, lewma Heyva Sor a Kurd ew rakirin Başûrê Kurdistanê û li wir hate dermankirin.

Paşê li Hewlêrê lingek protez jê re çêkirin. Piştî demekê Nejbîr  pisporekî çêkirina lingan nas kir.

NEJBÎR BI HÊVÎ YE Û KARÊ XWE DIKE

Piştî ji Başûrê Kurdistanê vegeriya, her ji demekê jana lingê xwe dikişand. Nejbîr pê hesiya ku navenda çêkirina lingan li bajarê Qamişlo heye û girêdayî Heyva Sor a Kurd e. Di dawiya 2015`an rastî serpereştê li navenda başûr ew dermankiribû hat. Nejbîr hem xwestekên wê hebûn û hem jî berî niha serpereştê wê jê re gotibû, were li navendê bixebite. Lewma careke din Nejbîr qala kar kir û bi vî awayî dest bi karê li navendê kir.

ARMANCA WÊ DERMANKIRINA BIRÎNDARAN E

Têkildarî kar û xebata Nejbîr li navendê Nejbîr wiha got: “Ji bo ez alîkariya kesên parceyên canê wan hatine jêkirin, bikin li navendê dixebitim. Min demek dirêj perwerde dît. Navend li herêmê tekane navenda leşker û sivîlan pêşwazî dike ye. Navend bê pere xizmetê dike.”

‘EZ BI ÊŞA BIRÎNDARAN DIHISIM’

Nejbîr hêviyên xwe anî ziman û got: “Her ku birîndar tên ez bi êşa wan dihisim. Ji ber min heman êş kişandiye. Lewma ez bi hêza xwe alîkariya wan dikim da ku baweriya xwe bi xwe bînin û bi vî awayî dermankirina wan jî hêsan dibe.”

Nejbîr wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li welatekî di nav şer de jiyan dikin. Erka ku dikeve ser milê min ez hêviyên kesan nûjen bikin.”

NEJBÎR HÊVIYA BIRÎNDARAN XURT DIKE

Hemze Firat şervanê QSD’ê ku li herêma Tebqayê birîndarbûye, ew jî lingê xwe li navendê çêdike. Firat got: “Nejbîr bi wîjdana xwe kar dike, moral û hêviyên birîndaran geş dike.”

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Navenda Çêkirina Parçeyan di nava 4 salên derbasbûyî de hem ji şervanan hem jî ji sivîlan re 4 hezar û 500 ling çêkirine.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9PfUDKMxfgo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>