ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11 -01-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11 -01-2020
11 ÇILE, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid bang li Rûsya û Amerîkayê kirin ku erkên xwe li beramberî herêmê bi cih bînin û li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê û çeteyên wê helwesteke cidî nîşan bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa TEV-DEM’ê yê şaxê herêma Firatê Ebdulrehman Dermir got: “Tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîda li ser hemû gelan e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Meclisa Eşîrên Kurd Ebdulqadir Wetê bang li partiyên Kurd kir ku helwesteke xurt ji bo avakiriya yekîtiya Kurd nişan bidin û got: “Rola rêveberiya Başûrê Kurdistanê di tevgera kurdî de gelekî girîng e û dikare fişarê li ENKS‘ê bike da ku gavan ber bi yekîtiya kurdî ve bavêjin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Malbata Sîham Mehmûd ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê gelek caran azarên koçberiyê kişandiye. Sîham got: “Çend caran mala me kavil kirin. Şewitandin û hertişt talan kirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervana YPJ’ê Nejbîr Îsmaîl di şerê li dijî çeteyên Cephet El- Nusra de lingê xwe yê çepê winda kir. Ji bo bi birîndaran re bibe alîkar û moralê wan xweş bike, niha di navenda çêkirina endaman a girêdayî Heyva Sor a Kurd dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Di beşa yekemkîn a belavkirina mazotê li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 240 milyon lître. Rêveberiya Sotemeniyê diyar kir ku ewê dest bi belavkirina beşa duyemîn ji belavkirina moztê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA