DYA: Em ê mijara nûkirina hevkariyê bi Iraq re gotûbêj bikin

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, DYA‘yê naxwaze mijara vekişandina hêzên welatê xwe bi Iraqê re gotûbêj bike, dê mijara nûkirina hevkariyê gotûbêj bikin.

DYA: Em ê mijara nûkirina hevkariyê bi Iraq re gotûbêj bikin
10 ÇILE, 2020   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya DYA‘yê di daxuyaniyekê de got: "Di dema niha çi şande ji bo Iraqê were şandin dê bi nîqaşên li ser nûkirina hevkariya me ya stratejîk ve mijul bibe, ne ji bo ku mijara vekşîna hêzên nîqaş bike. Şande dê çawaniya belavbûna hêzên me li Rojhilata Navîn bi awayekî guncaw û durist nîqaş bike."

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmihdî roja Înê ji DYA‘yê xwest ku nûneran bişîne Iraqê da ku mekanîzmeya vekişandina hêzên Amerîkayê ji welatê deyne.

Demek beriya niha, anku piştî qetilkirina Fermandarê Feyleq El-Quds ê Îranê Qasim Suleymanî û zêdebûna nakokiyên Îran û DYA‘yê parlamantoya Iraqê biryarek derxist, tê de banga bidawîkirina hebûna tevahî hêzên biyanî ji welat kir.