Ji ber dagirkeriyê çend caran azarên koçberiyê kişandin

Malbata Sîham Mehmûd ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê gelek caran azarên koçberiyê kişandiye. Sîham got: “Çend caran mala me kavil kirin. Şewitandin û hertişt talan kirin.”

Ji ber dagirkeriyê çend caran azarên koçberiyê kişandin
Ji ber dagirkeriyê çend caran azarên koçberiyê kişandin
Ji ber dagirkeriyê çend caran azarên koçberiyê kişandin
11 ÇILE, 2020   06:52
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR – BASIL REŞÎD

Sîham Mehmûd (37) dayika 3 zarokan e (Jiyan (12), Mihemed (10) û Bêrîtan (5)). Malbata Sîham û du malbatên din li bajarê Qamişlo di malekê de ku ji 2 odeyan pêk tê dijîn. Piştî ku di encamên êrişên vê dawiyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê hatin koçberkirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9‘ê Cotmehê de dest bi êrişan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Bi dehan komkujî li dijî sivîlan pêk anîn û bi deh hezaran kes dane koçberkirin.

Hevjînê Sîham Mehmûd, Şahîn Ereb ku şervanekê QSD‘ê bû 2‘ê Cotmeha 2016‘an di pêngavên li dijî DAIŞ‘ê li gundê Qenterî yê li ser rêya Hesekê-Reqa şehîd bû. Her wiha du pismamên wê di bombebarana dewleta Tirk a li ser kerwanê piştgiriyê yê li Serêkaniyê de şehîd bûn.

‘GELEK CARAN AZARA KOÇBERIYÊ KIŞAND‘

Malbata Sîham geleke caran ji ber dagirkeriyê azar kişandin. Cara yekemîn di encamê êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra yên li ser Serêkaniyê bû ku di dawiya 2012‘an de bû. Sîham di vê mijarê de wiha got: "Beriya çeteyên Cebhet El-Nusra êrişî Serêkaniyê bike me jiyaneke xwezayî jiyana xwe derbas dikir. Piştî êrişan em koçber. Dema reweş li bajar baş bû em vegeriyan. Piştî demeke din çeteyên Cebhet El-Nusra careke din êrişî me kir. Em neçar man ku carek din koçber bibin. Piştî bajar ji aliyê YPG‘ê ve hate rizgarkirin em vegeriyan."

Sîham Mehmûd diyar kir ku di dema vegera wan a yekem li bajarê xwe de, mala wan hatibû kavilkirin û çeteyan her tişt dizîbûn. Sîham got: "Piştî em vegeriyan me mala xwe ji nû ve sererast kir, me pêdiviyên nû kirîn."

Çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê yên ku desteka xwe yekser ji dewleta Tirk digirin, di dawiya sala 2012 heta destpêka 2016‘an êrîşî Serêkaniyê kirin. Piştî ku şervanên QSD-YPJ û YPG’ê herêm ji çeteyan rizgar kir, şênî vegeriyan malên xwe û bajar ji nûve ava kirin. Armaniya li herêmê dewleta Tirk a dagirker aciz kir. Ji ber vê yekê careke din dest bi êrişan li ser Serêkaniyê kir.

Sîham Mehmûd got: “Piştî çend salan ji ewlehiyê, artêşa Tirk û çeteyên wê dîsa êrîşî bajarê me kirin. Em neçar man ku koçberî gundê Bab El-Xêr bibin. Ji bilî cilên li me me ti tişt bi xwe re dernexist û em hatin bajarê Qamişlo.”

Sîham bi çavên bi rûndik û dilekî bi şewat dibêje: "Ti tama jiyana me nemaye. Çeteyan carek din mala me kirin xwelî û tevahî tiştên tê de dizîn û şewitandin."

‘EM DIXWAZIN TENÊ VEGERIN BAJARÊ XWE‘

Jina bi navê Xunav Eşref jî neçar me ji bajarê xwe Serêkaniyê derkeve. Niha ew jî di mala ku Sîham lê dimîne dijî. Xunav wan kêliyên derketina ji bajarê xwe libîr tîne. Heman demê dema ji warê xwe derdikevin, du zarokan li ser rêya Til Temirê defin dikin. Xunavê wiha got: “Em ji bilî vegera li bajarê xwe tiştek din naxwazin. Artêşa dagirkeriya Tirk bajarê Serêkaniyê kir gola xwînê. Em dizanin ku çeteyan malên me talan kirine, dizîn û talan kirin. Lê em dixwazin vegerin ser erdê xwe û bajarê xwe."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/U8ZL-Ki_k5c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>