Mijarên rojnameyên erebî – 7 Çile

Rojnameyên erebî îro bal kişand ser nakokiya Îran û Amerîkayê û bandora wê ya li ser herêmê û destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê.

Mijarên rojnameyên erebî – 7 Çile
7 ÇILE, 2020   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSET: AMERÎKA LI ROJHILATÊ FIRATÊ AMADEKARIYÊ DIKE... ÎRAN 3 PÊNGAVÊN TOLHILDANÊ DIAVÊJE

Bandora kuştina Qasim Suleymanî li ser rewşa Sûriyê, mijareke sereke ya rojnameyên erebî yên îro bû. Di vî warî de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Artêşa Amerîkayê hêzên xwe li herêmên li nêzî zeviyên petrolê yên li Rojhilatê Firatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi ser sînorê Iraqê ve belav bûne, xurt kirin. Ew jî ji bo amadekariya derketina hin rûdanan li ser kuştina Qasim Suleymanî ye. Li aliyekî din jî çavkaniyên îstixbaratî daxuyand ku Îranê 4 pêngavên amadekariya tolhildanê avêtine."

Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) wiha ragihand: "Hin karwanên ji hêzên Amerîkayê ji zeviyên petrolê (Umer) derketin û hin dewriye jî li derdora zeviya Konîko ya ku ji herêmên herî nêz di bin serweriya hêzên alîgirên Îranê de li bejahiya Dêrazorê ye, gerîn."

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku artêşa Amerîkayê hêzên xwe bi belavkirina dijmoşekên pêşketî, xurt kirin.

Girêdayî heman mijarê, 25 loderên Amerîkayê pira bajarê El-Besîra derbas kirin û ber bi zeviya petrolê ya Umer ve çûn. Ji wê zêdetir jî, perwerdeyên leşkerî yên hêzên Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê li dorhêla zeviya petrolê ya Umer tevî gerîna balafiran û avêtina fîşekên şewqê li asîmanê herêma perwerdeyê, pêk hatin.

Di êvara şemiyê de, bi dehan loderên mezin ên ku bi erebe û alavên leşkerî yên girêdayî hêzên Amerîkayê barkirî, gihîştin baregehên wê yên li herêmêa rojhilatê Firatê.

Beriya çenda rojan, hêzên Amerîkayê di dergeha El-Welîd re karwanekî leşkerî yê mezin derbasî parêzgeha Hesekê kir. Karwan ji 130 loderên mezin ku bi madeyên lojîstîk, erebe, jenator , alavên kehrebeyê barkîrî, pêk hat.

Li hember wê jî, çavkaniyan da zanîn ku milîsên Îranê baregehên xwe yên li bajarê Bokemal ê parêzgeha Dêrazorê, da neyên bombebarankirin, vala kirin. Têkildarî mijarê SOHR’ê wiha diyar kir: "Milîs, niha li baxçeyên li ser keviya çemê Firatê belav bûne û hin endamên nobetdariyê li baregehên xwe hiştine.”

Li aliyekî dîtir jî çavkaniyên îstixbaratî diyar kir ku Îranê 4 pêngavên ji bo operasyonên tolhildana bê li dijî hedefên Amerîkayê, amade kirine. Ya yekemîn dê milîsên Iraqê yên alîgirên Îranê piştî derketina fermandarên wan ji welêt, navendên fermandarî û baregehan li bajarên sereke bigirin û tevî çekên xwe li nava şêniyên herêmê bimînin.

Ya duyemîn jî dê ji nû ve fermandarên milîsên ku di pêla yekemîn a derketina ji Sûriyê de neşandina Îranê, bên belavkirin. Ya sêyemîn, cudakirina navendên fermandarî û baregehên li Sûriyê. Ya çaremîn dê Hizbullah dest bi girtina baregeha Wadî El-Beqa ya ku Îsraîlê gefa rûxandina wê xwariye, bike.

EL-BEYAN: METIRSIYÊN SUNNÎ Û KURDAN JI IRAQEKE BÊYÎ AMERÎKA HENE

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Hêzên Amerîkayê rastî xetereyên vekişandina bizorê ji Iraqê tên, piştî vexwendina parlamentoya Iraqê ji hikumetê ku hêzên Amerîkayê ji welêt derkevin. Ew jî piştî kuştina fermandarê Feyleq El-Qudis a girêdayî Pasdaran a Îranê û cîgirê serokê desteya Heşd El-Şebî Ebû Mehdî El-Muhendis di derbeya Amerîka li Bexdayê de, pêk hat. lê Erebên Sinî û Kurd vê biryarê red dikin, herdu pêkhate diyar dikin ku dibe ku ji ber vê biryarê Iraqê têkeve bin kontrola Îranê û hevsengiya hêzên li Iraqê di navbera Îranê û Amerîka de hilweşe."

EL-EREB: KONTROLKIRINA SERT, ERKA ERDOGAN BERIYA KU DEST PÊ BIKE TEVLIHEV KIR

Têkildarî rewşa Lîbya rojnameya El-Ereb wiha got: "Kontrolkirina artêşa Lîbya li ser bajarê Sertê, erka hêzên Tirkiyê ku dest bi belavkirinê li rojavayê Lîbya kir, da ku desteka çekdarên hikumeta El-Wifaq li Terablusê bikin, tevlihev kir."

Bi kontrolkirina bajarê Sertê re, bajarê Misratê nêzî artêşê dibe, ku beriya niha artêşê heta dawiya meha çûyî dema vekişandina ji eniyên şer li Terablûsê dabû, lê hate redkirin. Ji ber bajarê Misratê bajarê giraniya aborî û siyasî ye, lê bajarê Sert rê neda ku artêş bigihîje bajarê Misratayê.

EL-BEYAN: PAYTEXTÊN CÎHANÊ TEVGERÊN "SARKIRINÊ" DIDOMÎNIN

Her wiha rojnameya El-Beyan der barê şerê di navbera Washington û Tehranê de wiha nivîsand: "Di roja duyemîn de paytext bê deng neman, di demekê de ku gef di navbera Îran û DYA’yê de rû didin, hewl didin şerê heyî û rewşa germ li herêmê sînordar bikin. Bi wê re jî gelek dewletên herêmê û derveyî wê bi fikar in. Her wiha serokê Rûsya Vlademir Pûtîn, şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel vexwend Moskovê da ku rewşa germ a herêmê, lêkolîn bikin."

(fr-jo)