Almanya hin hêzên xwe ji Iraqê vedikişîne

Ji ber aloziya piştî kuştina Qasim Suleymanî, Almanyayê ragihand ku ew ê hin hêzên xwe yên li Iraqê vekişîne.

Almanya hin hêzên xwe ji Iraqê vedikişîne
7 ÇILE, 2020   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanyayê ji AFP`ê re diyar kir ku nêzî 30 leşkerên li Bexda û El-Tacî dê ji Iraqê vekişînin û bişînin Urdun û Kuwêtê û diyar kir ku vekişandin dê di demeke nêz de dest pê dike.

Duh nameyek ji artêşa Amerîkayê belav bû û tê de Iraq hate agahdarkirin ku dest bi tedbîrên vekişandina wan ji Iraqê bike, lê Pantagonê ew yek derewand û wiha da zanîn: "Ew niyet nake ku ji Iraqê derkeve."

Roja şemiyê Trump gefên ferzkirina cezayên giran li Iraqê xwarin, eger bihêle hêzên Amerîkayê ji Iraqê derkevin. Her wiha Îranê jî soz da ku toleke mezin ji Amerîkayê rake, piştî kuştina fermandarê wan Qasim Suleymanî.

(jo)