​​​​​​​Erdê navçeya Til-Temir ji ber hovîtiyê nayê çandin

Hevserokê Çandiniyê yê navçeya Til-Temirê ya girêdayî kantona Hesekê, Seît Nayif anî ziman ku ji ber êrîşan şênî nikarin erdê xwe biçînin û dema nêzî erde xwe dibin dewleta Tirk wan dide ber guleyan.

​​​​​​​Erdê navçeya Til-Temir ji ber hovîtiyê nayê çandin
​​​​​​​Erdê navçeya Til-Temir ji ber hovîtiyê nayê çandin
​​​​​​​Erdê navçeya Til-Temir ji ber hovîtiyê nayê çandin
​​​​​​​Erdê navçeya Til-Temir ji ber hovîtiyê nayê çandin
7 ÇILE, 2020   07:17
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê şêniyên navçeya Til-Temir li gundê nêzî çeteyên dagriker û gundê di destê dagirkeran de nikarin çandiniyê bikin. Gundê ku nêzî çeteyanê şêniyên herêmê ku dixwazin erdê xwe biçînin rastî gulêbarankirina çeteyan tên. Her wiha gundê ku hatine dagrikirin de çeteyan erdê şêniyan de mayîn bicîh kirine.

50 hezar donim hatine dagirkirin

Hevserokê Çandiniyê ya navçeya Til-Temir Seît Nayif tekildarî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser erdê gel got: “Heya niha zêdetirîn 50 hezar donim ji aliyê çeteyan vê hatine dagirkirin û nehatine çandin. Ji ber êrîşên hovanê yên çeteyan û dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 10 hezar donim yên ku nêzî dagirkeriyê ne şênî nikarin çandinî pêk bînin her wiha dema ku diçin ser erdê xwe jî rastî êrîşan tên. Rewşa hewayî ji bo çandiniyê îsal gelek baş bû lê bandora êrîşan zêde li ser zîraatê kir. Divê dema çandiniyê ku ber bi dawîbûnê diçe de ruxmî rewşa êrîşan jî gel erdê xwe yê dûrî çeteyan diçîne .”

Seyît bang li dewletên navnetewî kir ku êdî ev dagirkerî bi dawî bibe û gelê herêmê vegere warê xwe û erdê xwe biçîne.

‘Êrdê me hatine dagirkirin û bê çandinî mane’

Şemsê Marûf ji gundê Sibatiyê ku girêdayî navçeya Til-Temirê ye. Ji ber  dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan wê  neçarî koçberiyê bûye. Niha li gundê Til-Şinan yê girêdayî navçeya Til-Temir dijî. Şemsê diyar kir ku çeteyan gundên wan talan kirine û ew neçarî koçberiyê kirine. Şemsê  got: “Çeteyên dagirker 170 kîs çîmento, arvan, jenerator û mazota me dizîn û niha jî li malên me dagirkirine.  600 donim erdê me jî ji aliyê çeteyan vê hatine dagirkirin ku çandinî ya wan nayê kirin. Mal pere heya mirîşkên me dizîn tiştekî me nema ye tene kincên li ser me hene ku cilê li malên me de jî dizîn. Bila çete û dewleta Tirk ji axa me derbikeve.”

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Bty03l2N_5c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>