ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7 -1-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7 -1-2020
7 ÇILE, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Til Temirê cenazeyê şehîdekê ku di çarçoveya Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bibû, li Goristana Şehîdan a navçeyê vedişêrin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Efrîn û Şehbayê şehîdekî YPG‘ê bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrisê oxir dikin, di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên du şehîdên Berxwedana Rûmetê radighînin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetilkirina hersê jinên têkoşer Sakîna Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, şêniyên navçeya Til Hemîsê meşekê lidar dixin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreyeke çapemeniyê der barê dosyaya çeteyên DAIŞ‘ê yên girtî de li avahiya xwe ya li bajarê Qamişlo lidar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêxê eşîra El-Elî û Berdevkê Fermî Yê Qebîleya Cibûr li Sûriyê anî ziman ku zarokên wan ji bo parastina gel û xaka xwe tev li QSD‘ê bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Foza Yusif îşaret bi aloziya di navbera DYA`yê û Îranê kir û got: “Heger çare nebe dê li herêmê bibe encama karasetekê. Divê herêm ji şeran were parastin.” (BI WÊNE)

- Siyasetmedar Nayif Hesen diyar kir ku hewla avakirina yekîtiya gelê Kurd erka her kurdekî ye û got: “Divê ev hewldan di çarçoveya Rojava de sînordar nemine. Ji ber ku li herçar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên gelê Kurd di xeteriyê de ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê Zelal Ceger got: “Dewleta Tirk tecrîd li Rêber Ocalan giran kiriye. Ji ber ku hikumetek dîktator e û aştiyê naxwaze. Dewletên komploger şirîkên tecrîdê ne. Tirkiyê Rojhilata Navîn ber bi şer ve dikşîne û çareserî li cem Ocalan e.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Li Kobanê, Qamişlo û Helebê Kongreya Star bi boneya salvegera şehadeta hersê jinên têkoşer Sakîna Cansîz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan dest bi çalakiyan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Weqfa Jin a Perwerdeyê ya taxa Şêxmeqsûd a li Helebê di 2019`an de 140 dozên jin pêşwazî kirin. jê 60 doz çareser kirine. Her wiha weqfê hewl dide stragehek ji jinên bêxwedî re veke. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Perwerda û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk 15 hezar û 500 xwendekar li ser 8 dibistanên taxên  Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê belav  kirin. Ji ber hejmara xwendekaran zêde ye û hem jî dibistan kêm in û xwendekar ji mafên xwendinê bê par nemînin, li ser du danan dewama dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koçberên ji bajarê Idlibê yên ku gihaştin bajarê Reqayê anku kampa Ebû Qibê wiha qala Idlibê kirin: “Idlib wêrankirî ye. Lewma me berê xwe da herêmên Sûriyê yên bi ewle. Em bang li şêniyên li Idlibê mane dikin ku jiyana xwe biparêzin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Buroya Enerjî û Peywendiyan a Rêvberiya Xweser a herêma Cizîrê sala 2019`an ji bo projeyên enerjiyê 100 milyon, 156 hezar dolar û 442 milyon û 370 hezarê lîreya sûrî xerc kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Çandiniyê yê navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê, Seît Nayif anî ziman ku ji ber êrîşan şênî nikarin erdê xwe biçînin û dema nêzî erde xwe dibin dewleta Tirk wan dide ber guleyan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariya Gel a Kantona Şehbayê di nava salekê de projeya ronîkirinê, beşek mezin ji pirsgirêkên kanalîzasyon û avê çareser kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA