Berdevkê Qebîla Cibûr: Zarokên me ji bo parastina  xaka xwe tevlî QSD‘ê bûne

Şêxê eşîra El-Elî û Berdevkê Fermî Yê Qebîleya Cibûr li Sûriyê anî ziman ku zarokên wan ji bo parastina gel û xaka xwe tev li QSD‘ê bûne.

Berdevkê Qebîla Cibûr: Zarokên me ji bo parastina  xaka xwe tevlî QSD‘ê bûne
7 ÇILE, 2020   06:00
QAMIŞLO – ŞIHAB EL-EHMED

Hin aliyên dibjîberî projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin fitne di navbera pêkhateyên herêmê de derxînin. Mîna dewleta Tirk  a beşek ji xaka Sûriyê û rejîma Sûriyê ya ku bi rûspiyên eşîrên Ereb ên herêma Cizîrê re civiyan û ji wan xwest ku zarokên ji nava QSD‘ê vekişînin.

‘ZAROKÊN ME DAIŞ TÊK BIRIN‘

Şêxê eşîra El-Elî û Berdevkê Fermî Yê Meclisa Qebîleya Cibûr li Sûriyê Tirkî El-Mendîl diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji zarokên herêmê ne û di pêvajoya derbasbûyî de roleke mezin di tinekirina çeteyên navên cûda li xwe dikin de ji herêmê lîstin.

‘BERDÊL ÇI BE EM Ê BI ZAROKÊN XWE RE BIN‘

El-Mendîl anî ziman ku ciwanên ji qebîleya Cibûr di nava QSD‘ê de ne û gel û xaka xwe parastin û wiha dom da axaftin xwe "Bi saya Hêzên Sûriya Demokratî herêm ji teror û DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin. Ez teqez dikin ku eşîrên Ereb wê bi zarokên xwe re bin berdêl çi dibe bila bibe, ji ber zarokan me rêya durist hilbijartin."

El-Mendîl di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirine wekî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û got, "Mal û milkên sûriyan talan kirin. Azarên ku gelê li herêmên dagirkirî dikşînin ji her kesî re diyar e, şêniyan ji herêmekê dibin cihekî din."

‘ÊRIŞÊN TIRKIYÊ SEDEMA ASTENGKIRINA PERGALA EWLEHIYÊ YE‘

El-Mendîl destnîşan kir ku bûyerên li herêmên başûrê Dêrazorê û hin deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji teqîn, kuştin û kiriyarên "terorîst" rû didin û got: “Encamên êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê ne.Êrişên Tirkiyê karê Hêzên Sûriya Demokratîk a pêşxistina pergala ewlehiyê û hesabxwestina ji kesên ku destê wan di xwîna sivîlan de hene, asteng kir."

‘ BANGA DIYALOGAN BIKIN‘

Şêxê eşîra El-Elî û Berdevkê Meclisa Qebîla Cibûr li Sûriyê Tirkî El-Mendîl banga diyalogan li sûriyan kir. El- Mendîl got: “Divê civaka navdewletî piştgiriyê bide gelê Sûriyê.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3_apqNCx7Ac" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>