‘Destkeftiyên gelê Kurd di xeteriyê de ne’

Siyasetmedar Nayif Hesen diyar kir ku hewla avakirina yekîtiya gelê Kurd erka her kurdekî ye û got: “Divê ev hewldan di çarçoveya Rojava de sînordar nemine. Ji ber ku li herçar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên gelê Kurd di xeteriyê de ne.”

‘Destkeftiyên gelê Kurd di xeteriyê de ne’
7 ÇILE, 2020   05:35
QAMIŞLO – ÎSAM ABDULLAH

Endamê Buroya Têkiliyan ê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê  herêma Dêrikê Nayif Hesen der barê girîngiya avakirina yekîtiya gelê Kurd de ji ajansa me re axivî. Nayif Hesen got: “Pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye, ji bo parastina destkeftiyê xwe bike.”

‘YEKÎTIYA KURDÎ ERKA HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ YE‘

Hesen axaftina xwe wiha domand: “Yekîtiya helwesta kurdî erka hemû beşên civakê, aliyên siyasî û civakî, oldar, rewşenbîr û rûspiyên eşîran e. Hin partiên siyasî ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî û partiyetî dixebitin."

Hesen îşaret bi girîngiya yekrêziyia kurdî di vê pêvajoyê de kir û banga piştgiriya însyatîfa KNK, fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî ya yekîtiya kurdî û avakirina helwesteke kurdî di qadên navdewletî de kir.

‘DIVÊ PARTIYÊN KURDÎ HELWESTA XWE DIYAR BIKIN‘

Hesen Nayif diyar kir ku hin alî û partiyên siyasî gavên têr û ber bi çav neavêtine û wiha pê de çû: "Hincetên ne rast û ne li gorî rewşê derdixînin, di demekê de ku li dijî gelê Kurd komkujiyên hovane pêk tên. Em hêvî dikin ku ENKS‘ê ya di bin sîwana îtîlafê de ya ku komkujî li dijî zarokên Kurd li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk anîn. Helwesta xwe bikin yek û banga Mezlûm Ebdî ya yekîtiya kurdî bi cih bînin û gavên erênî ji bo yekêriyza kurdî bavêjin."

Hesen destnîşan kir ku hewldanên avakirina yekîtiya kurdî divê di çarçoveya Rojava de sînordar nemîne û got: "Divê partiyên kurdistanî li herçar parçeyan yekîtiya axa ava bikin. Ji ber ku destkeftiyên gelê Kurd li Rojava û Başûr de di xeteriyê de ne. Hin partî erka ji wan tê xwestin bi cih nayînin, ji ber ku bi dewletên mêtîgerên Kurdistanê ve girêdayî ne. Ya girîng di vê pêvajoyê de yekîtiya gel û parstina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin e."

Nayif Hesen got: “Her serkeftineke li Rojava, serkeftineke ji bo doza kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê ye.”

Endamê Buroya Têkiliyan a PYD‘ê li Dêrikê Nayif Hesen bang li gelê Kurd kir ku li derdora şoreşa Rojava kom bibin, destkeftiyan biparêzin, ji ber ku şoreşa a gelan e û ferzendeke dîrokî hatiye da ku Kurd bibin yek.

ANHA