Foza Yusif: Ger pêşî li aloziyê neyê girtin wê bandorê li giştî herêmê bike

Foza Yusif îşaret bi aloziya di navbera DYA`yê û Îranê kir û got: “Heger çare nebe dê li herêmê bibe encama karasetekê. Divê herêm ji şeran were parastin.”

Foza Yusif: Ger pêşî li aloziyê neyê girtin wê bandorê li giştî herêmê bike
7 ÇILE, 2020   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Piştî kuştina fermandarê Feyleq  El-Qudis Qasim Sulêmanî kirîz di navbera DYA`yê û Îranê de derket.

Li ser vî esasî Îranê û komên pê ve girêdayî soza tolhildana Sulêmanî dan, li gel vê yekê daxuyaniyên serokê Amerîka Donald Trump û hejmarek ji rayedarên rêveberiya Amerîka ku dê DYA`yê li dijî Îranê şer berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de bi aliyên siyasî îşaret bi rewşa herêmê  kirin û gotin, rewş hesas e, kîjan kêliyê biteqe ne diyar e.

Hêj îdîayên kuştina Sulêmanî hene, encamên bi xwe bîne jî ne diyar in lewma cihê dahurandinên siyasetmedar û aliyên peywendîdar ên herêmê ye.

‘NAKOKIYÊN KEVN IN Û NIHA NÛ DIBIN’

Di vê mijarê de endama Desteya Rêveber a Civaka Demokratîk Foza Yusif qala nakokiyên herêmî û navdewletî yên li ser desthilatê û aloziya dê li herêmê derbikeve kir. Foza wiha axivî: “Di navbera hêzên navdewletî û herêmî de şerê desthilatdariyê heye. Her kes ji bo serweriya xwe ya li Rojhilata Navîn şer dike. Şerê heyî çi yê di navbera Îranê û Amerîka de be û çi yê di navbera Tirkiyê û dewletên  din de be beşek ji şerê dîrokî ne.”

‘NAKOKIYÊN HEYÎ XIZMETA DOZÊN DÎROKΠ NAKIN’

Foza Yusif rewşa heyî wekî destpêka serdema derbasbûyî wesf kir û wiha pê de çû: “Her kes ji bo berjewendiyên xwe nexşeya siyasî diyar dike. Lewma li kîjan welatî alozî hebe dewletên derdorê destwerdanê dikin û parastina hêza xwe tê de dikin. Nexasim çarenûsa herêmê di demên pêş de. Li ser vî esasî nakokiyên heyî xizmeta dozên dîrokî yên sekinî nakin berevajî vê yekê astengtir dikin.” 

‘REWŞ XETERNAK E’

Foza Yusif hişyariya rewşê kir û got: “Heke berê aloziyan diyar nebe dê encamên wê jî xeter be. Em bang dikin ku bi rewşa heyî re bibin alîkar û hêmin bikin, an na dê berê me li karasatekê be.”

‘METIRSIYA ÇÊBÛNA ŞER DI NAVBERA NETEWEYAN HEYE”

Foza Yusif derbarê bandora nakokiyên heyî li ser Rojhilata Navîn wiha anî ziman, heke Amerîka û Îranê oparasyonên tolhildanê berdewam bikin dê bandorê li herêmê bike. Foza got: “Ev jî ji ber hin hêzên girêdayî Îranê û hêzên girêdayî Amerîka hene û di encamê de dê parçebûn di navbera dewletan de derbikevin û pê re bandore li neteweyên heyî bike.”

Li ser vî esasî Foza Yusif banga rawestandina nakokiyan kir û herêmê ji şeran biparêzin kir.Her wiha dubare got, herêm ne kêmî rûdanan şeran e.

(eh)

ANHA