Rêveberiya Xweser civîna xwe ya salane ya yekem lidar xist

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane lidar xist. Di civînê de rewşa siyasî û civakî hate nîqaşkirin û plansaziya dema pêş hate danîn.

Rêveberiya Xweser civîna xwe ya salane ya yekem lidar xist
6 ÇILE, 2020   15:46
EYN ÎSA

Hevserokên Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebd Hamid El-Mihbaş û cîgirên wan û hevserokên deste û buroyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Beşdaran geşedanên sala borî û guhertinên rû dane nirxandin. Bal hate kişandin ku Rêveberiya Xweser di sala borî de gavên girîng di warê dopmasî de û têkiliyên bi welatên rojavayê re avêtin.

Her wiha îşaret bi diyalogên ku bi rejîma Sûriyê re hatin kirin. Di vê derbarê de hate gotin ku heta niha ev diyalog ti encam negirt ji ber rejîm di vegera rewşê ya beriya 2011‘an de bi îsrar e

Beşdaran destwerdana dewleta Tirk a di Lîbyayê û aloziya di navbera Îran û DYA‘ê û kuştina Fermandarê Feyleq El-Qudis a Îranê Qasim Suleymanî nirxandin.

Her wiha bal hate kişandin ser berxwdana gelên herêmê ya li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hate gotin ku ev berxwedan divê berdewam bike û diyalogên Sûrî-Sûrî werin aktîvkirin da ku bighêjin encamekê ku dawî li aloziyê were. Beşdaran girîngiya lidarxistina civînana di navbera rêveberiyê û şêniyan destnîşan kirin.

Di civînê de komîteyek ji bo nirxandin û lêkolînkirina raporên deste û buroyên rêveberiyê hate avakirin.

Beşdaran girîngî dan ku divê pêşxistina beşên çandinî, tenduristî, perwerde, ewlehî û xizmetguzarî.

Her wiha pirsgirêk û astengiyên ku li pêşiya xebatê her komîte û desteyekê derketin hatin nîqaşkirin û ji bo derbaskirinê pêşniyar hatin kirin.

Tê payîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di rojên pêş de Kongreya Xweser ya salen li dar bixe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7A3dewBUN94" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>