Artêşa Lîbyayê li Sertê 3 dever bi temamî kontrol kirin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku hêzên wan herêma Bû Hadî û baregeha Qerdebabiya bi temamî kontrol kirine û pêşdeçûna xwe ber bi navenda bajarê Sertê didomîne

Artêşa Lîbyayê li Sertê 3 dever bi temamî kontrol kirin
6 ÇILE, 2020   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ragihandina şer a ser bi Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ve ragihandin ku hêzên wan bi desteka balafiran ji 5 aliyan ve bajarê Sertê dorpêçêkirine.

Hate ragihandin ku hêzên wan derbasî herêma Ketîba Saidî û herêm bi temamî kontrol kir, piştre jî paqij kirin.

Ragihandina çer a artêşa Niştimanî ya Lîbyayê her wiha diyar kir ku herêma Bû Hadî û Baregeha Qerdebabiyê yên Sertê bi temamî hatin kontrolkirin.