Artêşa Lîbyayê: Bajarê Sertê bi operasyonekê ket bin kontrola me

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê General Ehmed El-Mismarî ragihand ku bajarê Sertê hate rizgarkirin.

Artêşa Lîbyayê: Bajarê Sertê bi operasyonekê ket bin kontrola me
6 ÇILE, 2020   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê General Ehmed El-Mismarî di kongreyeke çapemeniyê de ragihand ku bajarê Sertê bi operasyona bi lez û veşartî ku 3 setan dom kir ketin bin kontrola wan.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê piştî ku deverên bejahî û deryayê yên stratejîk li bajarê, di nav de baregehên hikûmeta Wîfaqê û deriyên têketin û derketina bajêr kontrol kirin gihişt navenda bajarê Sertê.