Misr û Erebistana Siûdî hebûna Tirkiyê ya li Lîbyayê red kir

Wezîrên karên derve yên Misr û Erebistana Siûdî li ser redkirina hebûna Tirkiyê ya li Lîbyayê ku li dijî qanûnên navdewletî ye, li hev kir.

Misr û Erebistana Siûdî hebûna Tirkiyê ya li Lîbyayê red kir
6 ÇILE, 2020   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê, civîna wezîrên karên derve yên dewletên bi ser Deryaya Sor ve li dar ket da ku nakokiyên ewlehî li herêmê lêkolîn bikin.

Li gorî ajansa WAS a Erebistana Siûdî, îro qralê Erebistana Siûdî Selman Bin Abdulezîz A-Siûd, wezîrên karên derve yên dewletên beşdarî civînê bûne, pêşwazî kirin. Her wiha di pêşwazîkirinê de, gelek mijarên girêdayî rêbazên pêşdeçûna hevkariya di navbera dewletên bi ser Deryaya Sor û Kendava Edenê ve, hatin nîqaşkirin ku ewlehî û aramiya li herêmê geş bikin.

Wezîrên karên derve yên Misr û Erebistana Siûdiyê, li ser redkirina destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê, li hev kir ku binpêkirina qanûnên navdewletî ye. Her wiha jî wezîran li ser girîngiya gihandina çareseriya giştî der heqê aloziya Lîbyayê de li hev kir.

Civîna her du wezîran li Erebistana Siûdiyê, li ser civîna wezîrên karên derve yên dewletên Ereb û Afrîkayê yên bi ser Deryaya Spî û Kendava Edenê ve, li dar ket.

(fr)